Li gorî Çînê serokê nû yê Taywanê giravê ber bi şer ve dehf dide

Çînê serokdewletê nû yê Taywanê Lai Ching-te sûcdar kir ku giravê ber bi şer ve dibe û gef xwar ku di dema tatbîqatên leşkerî yên mezin de wê tedbîrên dijber zêde bike.

TAYWAN BER BI ŞER VE DIÇE

Wezareta Parastinê ya Çînê, hewldanên Taywanê yên ji bo serxwebûnê weke 'lîstina bi êgir' pênase kir û hişyarî da ku wê encamên van hewldanan hilde ser xwe.

Berdevka Wezareta Parastinê Wu Qian got, "Lîderê herêma Taywanê (roja Duşemê) ji dema ku dest bi wezîfeyê kiriye û vir ve yekane pîvana Çînê bi rengekî cidî lêpirsîn kir (...) û ev jî welatiyên me yên li Taywanê ber bi şerekî metirsîdar, ber bi rewşeke metirsîdar ve dehf dide."

TATBÎQATÊN LEŞKERÎ Û GEF

Çînê tatbîqatên xwe yên bi navê 'Joit Sword-2024' di roja duyemîn de dewam kir. Tatbîqat li Tengava Taywanê bi tevlîbûna yekîneyên artêşê, hêzên deryayî, hewayî û roketan pêk tê. Hate ragihandin ku armanc ji tatbîqatê xurtkirina îdîaya serweriyê ya Pekînê û dayina peyameke xurt a li dijî hewldanên serxwebûnê yên Taywanê ye.

Berdevkê Fermandariya Eniya Rojhilat a artêşa Çînê Li Xi anî ziman ku tatbîqata wan ji bo armanca 'bidestxistina hêzê û pêşvebirina hunera êrîşê ya hevpar' e. Li Xi destnîşan kir ku ev tatbîqat li dijî 'cihêxwazên' Taywanê hişyariyeke cidî ye.