Hêzên Asayîşê nasnameya endamekî xwe eşkere kir
Navenda Hêzên Asayîşê nasnameya endamê xwe Ebdulrehman Elî yê dema ku li ser erka xwe ya parstina bajêr di encama qezayekê de şehîd bû, eşkere kir.
Navenda Hêzên Asayîşê nasnameya endamê xwe Ebdulrehman Elî yê dema ku li ser erka xwe ya parstina bajêr di encama qezayekê de şehîd bû, eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşê ya Kantona Efrînê nasnemaya Endamê Hêzên Asayîşê Ebdulrehman Elî yê ku dema li ser erka xwe bû şehîd ket, eşkere kir.
Navendê di daxuyaniya xwe de got: “Endamê Hêza Asayîşê yê bi navê Ebdurehman Elî yê dema kul i bajrê li ser erka xwe bû, di roja duyemîn a Cejna Remezanê encama qezayekê de şehîd ketiye.”
Tê payîn ku wê cenazeyê şehîd sibe li Goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna ya navçeya Şera, were oxirkirin.
Nasnameya endamê Hêza Asayîşê yê jiyana xwe ji dest daye wiha ye:
Nav: Ebdulrehman Elî
Navê Dayîkê: Necah Memo
Navê Bav: Muherem Silêman Elî
Cih û Dîroka Jidayîkbûnê: gundê Derwîş/ Şera -1999
Dîroka şehadetê: Meydan Ikbis/ 26.06.2017”