Pêngava Reqayê: Li El-Diriyê şerê li nava kolanan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), herêmên bajarên Reqayê yên di destê DAIŞ'ê de ne, ji aliyê rojhilat û rojava ve rizgar dikin. QSD, ku li aliyê rojhilat li El-Baytanî bi pêş ve diçe, li rojava jî berê xwe daye navenda taxa El Diriyê.

Li rojavayê Reqayê, piştî ku kolanên li derveyî bajêr ên xeta destpêkê ya parastina çeteyên DAIŞ'ê bû hate şikandin, QSD'ê taxa El-Qadisiyê kontrol kir û bi vî rengî xeta duyemîn a parastinê jî xist. Piştî şerekî dijwar ê du rojan, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) berê xwe da navenda taxa El-Diriyê. DAIŞ ku bi sekvanan hewl dide pêşî li pêşveçûna QSD'ê ya li El-Diriyê bigire, li gelek nuqteyan mayin bi cih kiriye.

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê, li ser şerê dawî yê li taxa El-Diriyê dîmen weşand.