Cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastin Emîn hat veşartin
Welatiyên bajarên Dirbêsiyê û Serêkaniyê cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê Elî Emîn li Goristana Şehîd Rustem Cûdî, veşartin.
Welatiyên bajarên Dirbêsiyê û Serêkaniyê cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê Elî Emîn li Goristana Şehîd Rustem Cûdî, veşartin.
Bi sedan welatiyên bajarê Dirbêsiyê û Serêkaniyê cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê yê ku 25′ê Hezîranê di encama qezayeke Trfîkê de şehîd bibû, li Goristana Şehîd Rustem Cûdî a li gundê Berkevirê, veşartin.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşerî ve destpê kir. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê Mihemed Xetîb axivî, xêrhatina beşdaran kir û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.
Li ser navê Hêzên Erka Xweparastinê jî Feysel Ehmed axivî, sersaxî ji malbata şehîd Elî Emîn re xwest û got: ″ Wek Hêzên Erka Xweparastinê, em ti carî xeta şehîdên xwe bernadin û em ê asta têkoşîna xwe bilind bikin.″
Li ser navê malbata şehîd Elî, birayê wî Asim Emîn axivî û soza şopandina rçya şehîdan nû kir.
Cenazeyê şervan bi dirûşman ve hate veşartin.