Çeteyên Tirkiye dîsa gundên Şera topbaran dikin
Çeteyên Tirkiye piştgiriya wan dike, gundên navçeya Şera topbaran dikin. Di heman demê de balafirên keşfê yên Tirkiyeyê jî li ser gundê Şêx Îsa re difirin.
Çeteyên Tirkiye piştgiriya wan dike, gundên navçeya Şera topbaran dikin. Di heman demê de balafirên keşfê yên Tirkiyeyê jî li ser gundê Şêx Îsa re difirin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê, çeteyên Tirkiyeyê ji bajarê Ezazê, gundên Qestel Cindo, Malikiyê, Merenaz, Vîllat El-Qadî û Eyn Deqnê yên girêdayî navçeya Şera ya Kantona Efrînê bi hawanan topbaran dikin.
Şervanên YPG/YPJ’ê jî di heman kêliyan de bersiva êrîşan dan.
Dîsa heman çavkaniyan diyar kir ku di demê êrîşa çeteyan de, balafirên keşfê yên bê mirov ên Tirkiyeyê li ser gundê Şêx Îsa yê herêma Şehbayê re difirin.