BI DÎMEN

'Dewleta Tirk a dagirker rasterast sivîl û binesaziyên sivîl bombebaran dike'

Cîgirê Hevserokên Rêveberiya Xweser a Kantona Efrîn-Şehba Cemal Reşîd got, “Li dijî zext, dorpêç û êrîşan biryardariya gel xurttir dibe. Gelê herêmê wê bi berxwedana xwe plana dewleta Tirk vala derbixe.”

Dewleta Tirk a dagirker, ji êvara 23'yê Cotmeha 2024'an û vir ve li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêleke nû ya êrîşan da destpêkirin. Di van êrîşan de rasterast sivîl û binesaziya sivîlan hedef hatin girtin.  Di êrîşên bi balafirên şer, balafirên bê mirov û bombebaranên hatin kirin de, navendên tenduristî, perwerde, firin, depoyên ard û genim, santralên elektrîkê, şîrket, kargeh, şebekeyên telefonê û avê, gaz û stasyonên petrolê hatin bombekirin. Di encama van êrîşên hovane de li seranserî herêmê ziyanên giran pêk hatin û gelek sivîl hatin qetilkirin û birîndar bûn.

Cîgirê Hevserokên Rêveberiya Xweser a Kantona Efrîn-Şehba Cemal Reşîd, derbarê êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kantona Efrîn-Şehba ji ANF’ê re axivî. Reşîd, destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker di pêla êrîşa dawî ya daye destpêkirin de, rasterast sivîl û navendên xizmetê hedef girtiye û got ku Til Rifat û hemû gundewarên girêdayî Kantona Efrîn- Şehba bi dijwarî hatine bombekirin.

YEKÎTIYA PÊKHATEYÊN HERÊMÊ PLANÊN DEWLETA TIRK VALA DERXIST

Reşîd, anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker her dem li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş pêk tîne û got ku bi hincetên cuda hewl dide li Rojhilata Navîn krîza mirovahiyê kûrtir bike. Reşîd, da zanîn ku armanca van êrîşan koçberkirina gel ji herêmê ye û wiha axivî, “Gundên li dora Kantona Efrîn- Şehba bi awayekî domdar ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tên bombekirin. Armanca van êrîşên dawî girankirina şert û mercên jiyanê ye. Dixwaze gel ji herêmê bide koçber kirin. Dewleta Tirk sekn û berxwedana gel a li vê herêmê ya li dijî dagirkirina Efrînê, qebûl nake. Yekîtiya pêkhateyên li herêmê planên dewleta Tirk a dagirker vala derxist.”

'HEM DORPÊÇ Û HEM JÎ ÊRÎŞ DEWAM DIKE'

Reşîd, bibîr xist ku li herêmên Kantona Efrîn-Şehba ji aliyek ve dorpêç-ambargo û ji aliyê din êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê berdewam dike û got, “Di encama van êrîşên dawî de gelek sivîl jiyana xwe jidest dan. Welatiyên bi temen mezin, zarok û jin şehîd bûn. Ji ber dorpêça li ser herêmê, gelek pêdiviyên jiyanê û tenduristiyê nayên peyda kirin. Ev yek zehmetiyek mezin çêdike û bandor li civakê dike. Ji ber alav û amûrên tenduristiyê li nexweşxane kêm in, bijîşik nikarin mudaxeleyên pêşî ji bo birîndaran bikin.”

Reşîd, diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker çalakiya li dijî TUSAŞ a Enqerê weke hincet nîşan dide û êrîşên qirkirinê li dijî Kurdan daye destpêkirin û wiha dirêjî da axiftina xwe, “Dewleta Tirk a dagirker beriya ku daxuyaniyek fermî bê dayîn bê ka kîjan hêz ew çalakî pêk aniye, yekser herêmên Bakur û Rojava bombe dike. Hinceta wan her tim amade ye. Dewleta Tirk sûdê ji rojeva şerê di navbera Îsraîl- Filîstîn- Îsraîl û Lubnanê digire û hewl dide di wê valatiyê de armancên xwe yên qirkirinê pêk bîne. Tirsa dewleta Tirk yekîtiya pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Gelê me li hemberî lîstokên dewleta Tirk a dagirker hişyar e û dizanin ku dewleta Tirk çawa xwe li ser xwîna gelan ava kiriye.”

'EM Û GEL HEVÛDU TEMAM DIKIN'

Reşîd, destnîşan kir ku li dijî êrîşan biryardariya gelê Kurd her ku diçe xurttir dibe û got, “Gel soza berdewamkirina berxwedana şehîdan dane. Me jî soz daye gelê xwe ku heta dawiyê em ê şopdarê xeta berxwedaniyê bin. Di nava şert û mercên herî dijwar de jî em ê li kêleka gelê xwe bisekinin û hemû fedekariya ku bê xwestin em ê raber bikin. Em ê bi berxwedan, hevgirtin û hêza xwe planên dewleta Tirk û çeteyên wê têk bibin û hemû herêmên dagirkirî rizgar bikin.”