Cenazeyê şehîd Hesen Xidêr hat veşartin
Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şehîd Hesen Xidêr bi beşdariya şêniyên Kantona Minbicê hat veşartin.
Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şehîd Hesen Xidêr bi beşdariya şêniyên Kantona Minbicê hat veşartin.
Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şehîd Hesen Xidêr yê dema li ser erka xwe ya parastina ewlehî û îstîqrara herêmê bû, şehîd bû bi beşdariya şêniyên Kantona Minbicê hat veşartin. Di heman demê de ji bo zaroka şehîd Fereh El Berho merasîmeke xiyabî hat lidarxistin. Şêniyên Kantona Minbicê, endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantonê û desteyên wê, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, Meclîsa Leşkerî ya Jinan, hêzên Cebhet El Ekrad û meclîsên sivîl û rûspiyên eşîran tevlî merasîmê bûn.
Di merasîmê de endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantonê Ela El Elî berxwdana şêniyan a li hemberî êrîşan û parastina destkeftiyên şehîdan silav kir.
Hevserokê Desteya Hundirîn a Kantonê Ehmed Xelîfe destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji êrîşên xwe yên li dijî herêmê armanc dike ku şêniyan bide koçberkirin û mozaîka civakê têk bibe.
Piştre xalê zaroka şehîd Fereh El Berho, Hisên Elî li ser nave malbatê axivî û got: "Gunehê zaroka 11 salî ya ku weke navê xwe şadî belav dikir û bi qetilkirina wê şadî jî çû, çi bû. Em bang li tevahî cîhanê dikin ku van êrişên bêserûber ku zarokên me qetil dikin bi dawî bike û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên me bisekinînin."
Di dawiyê de wesîqeyên şehadetê yên herdu şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.