Li Kobanê pîrozbahiya 1’ê Mijdarê: Em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin
Li Kobanê bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê şahiyek hat lidar xistin û peyama, “Em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsger bikin” hat dayîn.
Li Kobanê bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê şahiyek hat lidar xistin û peyama, “Em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsger bikin” hat dayîn.
Li Qada Şehîd Egîd a Kobanê bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê şahiyek hat lidarxistin. Hemû nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tevlî şahiyê bûn. Li qada şahiyê wêneyên Rêber Apo û şehîdan hatin daliqandin.
Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Firatê Ferhan Hec Îsa di şahiyê de axivî û berxwedana efsanewî ya Kobanê silav kir. Hec Îsa anî ziman ku di roja ku tevahî cîhan ji bo Kobanê rabûye de, ew terora reş bi dawî bû û got: “Em jî we li bajarê berxwedanê, Kobanê silav dikin."
Cîgirê hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El Ebid jî axivî û got: "Bi saya ramanên Rêber Abdullah Ocalan û bangewaziya wî, Kobanê hate rizgarkirin." El Ebid bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî hovîtiya wê şermezar kir.
Li ser navê Kongra Star Laleşîn Abdullah jî axivî û got: "Em berxwedêrên Kobanê silav dikin. Di vê rojê de li ser bangewaziya Rêber Abdullah Ocalan li her derê li dijî DAÎŞ’ê gel serî hilda." Laleşîn gerîla û şervanên li hember hovîtiya DAÎŞ’ê li ber xwe dane, silav kir û got: "Bi berxwedana xwe bala cîhanê kişand ser Kobanê. Hemû kesên ji bo jiyaneke azad têdikoşin, berê xwe dan Kobanê û Kobanê hate rizgarkirin."
Ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Jiyan Bengî jî axivî û got: "Bi navê hevalên enternasyonalîst em hemû berxwedêran silav dikin. Kobanê li cîhanê tev da bûye mînaka berxwedanê. Em vê rojê pîroz dikin. Li ser banga Rêber Abdullah Ocalan gelek şervan û ciwanên enternasyonalîst berê xwe da Kobanê, tevlî berxwedana rûmetê bûn û şehîd bûn. Em ê xwîna şehîdên xwe li erdê nehêlin."
Jiyan Bengî, têkoşîna jinan silav kir ku pêşengiya şoreşê dikin û di heman demê de bang kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîn û berxwedan bê mezinkirin.
Dûra jî komên Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido û Hîlala Zêrîn berhemên hunerî û dîlan pêşkêşkirin.