BI DÎMEN

'Bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan ev siyasetên qirêj wê têk biçin'

Rêveberê Yekîtiya Mamosteyan ê bajarê Qamişlo Ednan Bedir û Endama Yekîtiya Jinên Ciwan a PYD’ê Sara Hesen diyar kirin ku ev siyasetên qirêj ên ku van madeyên hişbir dixe nav jin û ciwanan de, wê bi têkoşîn û fikrê Rêber Apo bên têkbirin.

Yek ji stûnên pêkanîna siyaseta şerê taybet di nava civakan de belavkirina madeyên hişbir e. Bi taybet belavkirina madeyên hişbir di nava ciwanan de rê li ber xerabiyê vedike. Dijminê mirovahiyê û pergalên sermayedar bi hemû hêz û taktîkên xwe li ser xerabkirina cewherê ciwanan û yê civakan dilîzin. Madeyên hişbir dihêle ku zanebûn, hêz, enerjî, fikirandin û hebûna mirov bi demê re pûç bibe. Siyaseteke ji aliyê hêzên kapîtalîst ve tê pêşxistin da ku nehêle hêza ciwantiyê û fikrandina wan biherike û tevbigere. Têkildarî mijara belavbûna diyardeya madeyên hişbir Rêveberê Yekîtiya Mamosteyan a bajarê Qamişlo Ednan Bedir û Endama Yekîtiya Jinên Ciwan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sara Hesen ji ajansa me ANF’ê re axivîn.

‘MADEYÊN HIŞBIR MIROVAN DIXE BIN XIZMETA XWE’

Sara Hesen di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku şerê taybet ji şerê çekdarî girantir e û bi awayek raste rast li ser laşên mirovan bandor dike û got: “Sedema van şerên taybet ên ku tê meşandin ew e ku hêza me bişkînin. Dema dewletên kapîtalîst van madeyên hişbir di nav ciwanên me de belav dikin dixwazin wan ji têkoşînê dûr bixin. Bi taybet em li ser ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biaxiVin û encama van şerên taybet ên ku li ser wan tê meşandin nas bikin da ku pêşî li xeteriya wan a li ser malbat, civak û şoreşê bigirin. Ev made mirovan dixe bin xizmeta xwe de û wan ji tevahî armancên wan dûr dixe. Jiyanek tarî û takekesî ji mirov re ava dike.”

‘PÊWÎSTE EM LI DIJÎ VAN SIYASETÊN QIRÊJ TÊBIKOŞIN’

Sara Hesen diyar kir ku dewletên kapîtalîst bi lîstikên xwe yên qirêj madeyên hişbir wek model dixe nav ciwanan de. Her wiha bal dikşîne ku li hemberî vê şerekê xurt divê were meşandin û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Pêwîste di riya perwerdeyên ku tên dayîn ciwan li ser vê yekê baş bifikirin. Divê em wek ciwanên pêşerojê li hember van siyasetên qirêj têbikoşin. Eger em ciwanên bi armanca azadiyê û serxwebûnê tevdigerin, wê demê gava yekemîn a serkeftina me dûrketina ji van madeyan û vala derxistina şerên taybet e.”

Sara Hesen di dawiya axaftina xwe de behsa bandora van siyasetên qirêj ên li jinan kir û wiha pêl da axaftina xwe: “Dewletên hegemon yên ku li ser bingeha şerê taybet xwe ava dikin armanca wan a destpêkê binxistina jinan e. Jin stûna bingehîn a avakirina civakê ye. Lê hêzên hegemon naxwazin vê yekê raber bikin û tim dixwazin veşêrin. Bi derketina Rêber Apo re û destpêkirina Şoreşa Rojava ya bi navê Şoreşa Jin hat naskirin. Hemû siyasetên li dijî mafê jin hatin eşkerekirin û jin ber bi azadiya xwe ve çû. Pêwîste em wek jin li hember van siyasetan serî netewînin û berxwedaniyê mezin bikin. Her wiha bi fikrê Rêber Apo jiyana xwe nexşe bikin, ronahiyê bidin riya xwe û van şerê taybet têk bibin.”

‘DIXWAZIN HÊZA CIWANAN TÊK BIBIN’

Ednan Bedir da zanîn ku dewletên hegemon dixwazin di riya van madeyên hişbir re ciwanan têk bibin û hêza wan a civakê bi temamî bişkînin. Ednan Bedir wiha pêde çû: “Ji destpêka avabûna şoreşên cihanê hêza destpêkê ya ciwanan bû. Bi vê armancê dewletên hegemon bi hemû hewldanên xwe dixwazin hêza ciwanan bixin bin destê xwe de. Ji ber vê jî van madeyên hişbir di riya şerê taybet re li ser wan bikar tînin. Ev made dema li ser ciwanan tê bikaranîn gelek xeterî û metirsî li tevahî civakê derdikeve holê. Her wiha hêza civakê bi temamî tê rûxandin û riya ronakbîriyê li ber wê civakê tê girtin.”

‘CIWAN PÊŞKETIN Û PAŞKETINA CIVAKÊ DIYAR DIKIN’

Ednan Bedir got ku bi şerekî pir qirêj ev made li ser ciwanan tên belavkirin da ku civakek bê armanc derkeve holê û wiha axaftina xwe dawî kir: “Dema em civakek pêşketî dibînin yekser bala me diçe ser ciwanên wê civakê. Her wiha dema civakek paşketî jî dibînin bala me diçe ser ciwanên wê civakê. Ji ber ku ciwan bingeha civakê ne. Ciwanên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hêz û îrade ne. Dijmin dixwaze wan bi van madeyên hişbir bê armanc bihêle. Erka ku dikeve ser pişta me, perwerdekirina ciwanan bi awayek rast û exlaqî ye. Dema em wek mamoste perwerdeyek baş û bi armanc bidin nifşên nû em ê bikaribin van şerên taybet ên li ser ciwanên me tên meşandin, têk bibin.”