Roja Kobanê ya Cîhanî: Serketina Kurdan, têkçûna ku faşîzmê tehemûl nekirî

Keleha berxwedanê Kobanê ku di dilê dewleta Tirk de weke kul ma, tevî êrîşên dagirkeriyê di sala 10’emîn de wê Roja Kobanê ya Cîhanî bi heybet pîroz bike.

ROJA KOBANÊ YA CÎHANÎ

Keleha berxwedanê Kobanê ku di dilê dewleta Tirk de weke kul ma, tevî êrîşên dagirkeriyê di sala 10’emîn de wê Roja Kobanê ya Cîhanî bi heybet pîroz bike.

Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê, parêzvanê mafên mirovan Adolfo Perez Esquivel û fîlozofê Emerîkî û Zimanzan Noam Chomsky jî di nav de, ji welatên cuda yên cîhanê 130 akademîsyen, nivîskar û rojnamevananan bang kirin. Piştre bi banga “Ji bo Kobanê û mirovahiyê seferberiya kûreyî” ya ku 1’ê Mijdara 2014’an ji aliyê Komîsyona Welatiyên Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê (EUTCC) û Înîsiyatîfa Peace Camping ve hatî kirin, 1’ê Mijdarê weke Roja Kobanê ya Cîhanî hate îlankirin.

Li Deraa ya li başûrê Sûriyeyê, gel di 15’ê Adara 2011’an de li dijî hikûmetê dest bi xwepêşandanan kir. Ev xwepêşandan piştre belavî bajarên din ên welat jî bû, hikûmeta Şamê ji bo çewisandina serhildanê li dijî gel dest bi tundiyê kir. Bi taybetî Ehrar El Şam, eniya El Nusra û gelek çeteyên din ên ku piştgiriya xwe bi taybetî ji dewleta Tirk û hin dewletên din ên herêmê digirin, li ser bajarên Rojava dest bi êrîşan kirin. Êrîşa destpêkê li dijî bajarê Serêkaniyê yê Rojava hate kirin. Bi berxwedana mezin a ciwanên Kurd, hemû êrîşên çeteyan hatin têkbirin. Gelê Rojava li aliyekî li dijî êrîşên çeteyên ku piştgiriya xwe ji dewleta Tirk digirin, têkoşîneke bê hempa meşand û li aliyê din jî xebatên xwe yên ji bo rêveberiya xweser didomand.

DESTPÊKÊ RÊXISTINBÛNÊN GEL, PIŞTRE ÎLANKIRINA ŞOREŞÊ

Li Kobanê di 23’yê Sibata 2012’an de meclîsa gel dest bi xebatên xwe kir. Têkildarî vê yekê, xebatên mala jin, saziya zimanê Kurdî jî bilez hatin meşandin. Di 19’ê Tîrmeha 2012’an de, li Kobanê ya ku navê xwe weke sembola berxwedanê derbasî dîrokî kir, çirûska destpêkê ya şoreşê hate vêxistin. Xelkê Kobanê dest danî ser saziyên girêdayî hikûmeta Şamê û Şoreşa 19’ê Tîrmehê îlan kir. Çirûska ku li Kobanê vêketî, li herêma Efrîn û Cizîrê dewam kir.

HATINA DAÎŞ’Ê, NEXŞERÊYA BERXWEDANÊ

DAÎŞ’ê di Hezîrana 2014’an de bajarê herî mezin ê Mûsilê tenê di 6 rojan de desteser kir. Di meha Sibatê ya heman salê de çeteyên DAÎŞ’ê yên ku êrîşî Şengalê kirin, êdî tirs belavî hemû cîhanê kiribûn. DAÎŞ’ê li Sûriyeyê bajarê Reqa ji xwe re weke paytext diyar kir. Bi sedan jinên Şengalî yên ji Şengalê revandibûn, li meydanan difirotin. Di 15’ê Îlona 2014’an de çeteyên DAÎŞ’ê êrîş birin ser gundê Serzûrî yê ku 37 kîlometre ji Kobanê dûr e. Hesab dikirin ku gundê Serzûrî ya ku ji bo herêmê di rewşeke stratejîk de ye, bigirin û Kobanê bikin du parçe, bi vî rengî wê dagirkeriyê hîn hêsantir bikin. Lê belê tiştek hebû ku çeteyên DAÎŞ’ê hesab nekiribû. Kobanê ne mîna Mûsil, ne Reqa û ne jî Şengalê bû. Li wir 12 şervanên fedayî yên xwedî ruhê azad û xwe bi felsefeya Apoyî afirandine, disekinîn. Berxwedana ku 12 ciwanên Kurd ên fedayî li Serzûriyê raber kirî, nexşerêya berxwedana ku ji vir û şûnde bê dayîn jî diyar kir.

SÎNOR DERBAS KIRIN

Xelkê Kobanê û şervanên wê bi derfetên xwe yên kêm li dijî çeteyên DAÎŞ’ê berxwedaneke dîrokî ya 134 rojan, raber kir. Ev berxwedana ku roj bi roj dewam kirî, pêl bi pêl belavî hemû parçeyên Kurdistanê bû. Bi taybetî ji Bakurê Kurdistanê bi hezaran ciwan herikîn Kobanê. Gel sînor derbas kir û hewl da derbasî Kobanê bibe. Dewleta Tirk ku piştevanê herî mezin ê çeteyên DAÎŞ’ê ye, li ser sînor ji bo astengkirina gel êrîş dikir. Lê belê nekarîn yek gavê jî bi ciwan, jin, kal û zarokên Kurd bidin avêtin. Her roja borî hejmara kesên piştgiriyê didin berxwedana Kobanê, zêde dibû. Hingî ku li Kobanê berxwedan bilind dibû, berxwedana Kobanê êdî sînorên Kurdistanê jî derbas dikir û pêl bi pêl belavî hemû cîhanê dibû. Li her devera cîhanê Kurd û dostên wan, li ser piyan bûn.

TÊKÇÛN LI KOBANÊ DESTPÊ KIR, LI BAXOZÊ BI ENCAM BÛ

Dema ku li seranserê cîhanê hêrsa li hemberî DAÎŞ’ê ya berxwedana Kobanê afirandî mezin dibû, di heman demê de kîn û hêrsa dewleta Tirk a piştevaniya DAÎŞ’ê dikir ya li hemberî gelê Kurd û şoreşa Rojava jî mezin dibû. Rewş giha asteke wisa ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan êdî piştevaniya xwe ya ji bo DAÎŞ’ê bi awayekî eşkere îfade kir. Erdogan di 7’ê Cotmeha 2014’an de li Dîlokê got ku ‘dike ku Kobanê bikeve.’ Piştî vê axaftina Erdogan hêrsa gelê Kurd weke volkanekî teqiya. Di van serhildanan de ku weke ‘Çalakiyên 6-8’ê Cotmehê’ derdasî dîrokê bûn, di encama êrîşên kontrayên Tirk de 50 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Li Kobanê di 26’ê Kanûna Paşîn 2015’an de yekem têkçûna ku dawiyê li DAÎŞ’ê bîne, hate îlankirin.

Piştî Kobanê şervanên YPG, YPJ û QSD’ê ji bo hebûna DAÎŞ’ê ya li ser xakên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bikin, dest bi pêngavên xwe kirin. Berxwedana ku li Kobanê desrtpêkirî, li Minbic, Tebqa, Reqa û Dêrazorê berdewam kir. Li Baxozê jî bi encam bû ku Baxoz weke keleha dawî ya DAÎŞ’ê dihat pênasekirin.

TÊKÇÛNA NEDIHAT QEBÛLKIRIN Û ÊRÎŞA LI DIJÎ BERXWEDÊRAN

Hikûmeta Tirk a faîst a têkçûna DAÎŞ’ê qebûl nake, ji bo ‘’tolhildanê’’ zend û bendan ba dide. Di destpêkê de li hemberî kesên ku piştevaniya berxwedanê kirine, di bin navê Doza Kobanê ya Kûmpasê de dest bi binçavkirinan kir. Bi sedan kes hatin binçavkirin, girtin û bi êşkenceyê re rû bi rû man. Van yekan jî têrê nekir li hemberî Kobanê planên nû yên qirkirinê xistin dewrê. Bi hincetên cuda her roj Kobanê bombebaran kir, zarok û jin qetil kirin.

DI 1’Ê MIJDARÊ DE WÊ LI KOBANÊ ŞAHIYÊN MEZIN WERIN LIDARXISTIN

Dewleta Tirk di 5’ê Cotmeha 2023’yan de li dijî qadên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşeke dijwar pêk anîbû. Di van êrîşan de hemû binesazî, qadên xizmetê û qadên sivîlan hatin hedefgirtin û bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn. Gelê Rojava yê ku kesên di encama dagirkeriya Tirk de şehîd bûn, spartin axê berxwedana li hemberî van êrîşan berdewam kir. Tew di nava sala borî de bi sekna xwe ya bibiryar û berxwedêr nîşan da ku wê li hemberî dewleta Tirk a dagirker û DAÎŞ’ê serê xwe netewîne û têkoşîna xwe mezintir bike.

Dewleta Tirk careke din di 23’yê Cotmehê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrîşan kir. Di van êrîşan de ku 4 rojan berdewam kir, dîsa qadên sivîlan, hemû binesaziya herêmê, qadên jiyanî û qadên gel ên aborî hatin hedefgirtin. Gelê Rojava dubare li hemberî êrîşên dewleta Tirk li ber xwe dide.

Gelê Kobanê ê ku li hemberî êrîşên DAÎŞ û dagirkeriya dewleta Tirk berxwedana xwe berdewam dike û hemû gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê di bin siya êrîşan de di 1’ê Mijdarê de li Kobanê roja ku berxwedêran xwe bi cîhanê dayî îspatkirin, pîroz bikin. Kobanê amade ye ku peyama ‘gelekî ku carekê tama azadiyê girtî, êdî bi hêsanî têk naçe’, bide dewleta Tirk.