HRE’yê şehadeta şervanekî xwe ragihand

HRE’yê bi daxuyaniyekê şehadeta şervanekî xwe Welat Qerejdax ragihand û got: “Hevrê Welat ji Amedê heta Efrînê bi ruhekî fedayî têkoşiya.”

ŞEHÎD WELAT QEREJDAX

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) derbarê şehadeta şervanê xwe Welat Qerejdax (Seyidxan Temel) ê ku 23’yê Cotmehê şehîd bû, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Hevrêyê me Welat Qerejdax li herêma Efrînê ku li dijî dagirkerên bajarê me têkoşîna xwe didomand, di 23’yê Cotmeha 2024’an de tevlî karwanê şehîdan bû. Em hevrê Welat ku ji Amedê heta Efrînê bi ruhekî neteweyî û bi sekneke fedaî têkoşîn kir û bû yek ji remzên şoreşa Rojava, bi rêzdarî û bi minetdarî bi bîr tînin.

Hevrê Welat ewladekî mêrxwas a gelê me yê Qerejdaxa Amedê di malbatekî welatparêz de hate dinê. Herêma Qerejdaxê çanda qedîm a Kurdbûnê parastî ye û heta roja me ya îro jî li hember asîmîlasyon û qirkirina çandî li berxwe dide. Ji ber van taybetmendiyên herêmê cihê lê mezin bû helbet hevrêyê me Welat jî li gor çanda qedîm a herêmê şekl girt. Ji bo têkoşîna azadiya gelê Kurd jî gelê me yê Qerejdaxê gelek bedelên giranbiha dan. Dema Şoreşa Rojavayê Kurdistanê dest pê kir û çawa bi ruhê yekîtiya netewî xwedî derketina li erka xwe yê mirovahiyê gelê me li her çar parçeyên Kurdistanê bûn yek, weke lehî herikîn nava qada şoreşê bi dayîna bedelên giranbiha ve xwedî li nirxên şoreşê derketin. Rêheval Welat jî li ser vê bingehê, ji bo tola gelê me ji barbartiya çeteyên cîhadîst rabike berê xwe da nava refên azadiyê. Li ku derê wezîfeya demê pêwîstî pê hebû weke ciwanekî bi rûmet berê xwe da li wê derê û bi ser dijmin ve çû.

Hevrê Welat meşa xwe ya azadiyê ji Amedê da dest pê kirin, derbasî Başûrê Kurdistanê bû û di parastina gelê me ji êrişên çeteyên DAÎŞ’ê berpirasyariyên xwe yên netewî pêk anî. Hevrê Welat di vê şerî de brîndar bû lê piştî birîna wî baş bû, vê carê jî berê xwe da Rojavayê Kurdistanê ku heman çeteyên barbar ên DAÎŞ’ê li vir jî êrîşên berfireh anîbûn li ser gelê me. Li Serêkaniyê, Hesekê, Şedadê, xeta Sirîn, Pêngava Xezeba Firatê û Tebqayê de bi awayekî çalak cihê xwe girt û têkbirina DAÎŞ’ê ji van herêman de rola xwe ya dîrokî lîst.

Ruxmî ku gelek caran hevrêyê me welat bi giranî birîndar jî bû û her wiha çavekî xwe winda jî kir û bû gaziyên şer jî lê carekî din dev ji doza azadiya gelê me berneda. Danehev û ezmûnên ku di jiyan û şer de girt, kir malê giştî. Hîn bêhtir xwe di warê birdozî û leşkerî de pêş xist. Têgihiştibû ku di pêvajoyekî wisa giran de ancax bi seknekî xurt û pisporiya biranşa leşkerî de dikare li hemberî dagirkeriyê bisekine û gelê me ji nava lepê dagirkeriyê biparêze û parastina nirxên şoreşê were kirin.

Herî dawî hevrê Welat berê xwe da herêma Efrînê, bi zarokên vê gelê berxwedêr û serhildêr dest bi têkoşîna rizgariya Efrînê kir. Hevrê Welat weke mîlîtanekî azadiyê ji roja ku tevlî bûye heta kêliya dawî bi seknekî herî xurt têkoşîn da meşandin. Di jiyana xwe ya şoreşgertiyê de erka hevrêtiyê herî rast pêk anî. Bi sekn û têkoşîna xwe ya demê ji bo hevrêyên xwe her demê bû hevrêyekî mînak. Navê xwe di nava rûpelên şoreşê de bi tîpên zêrîn neqişand.

Em di serî de ji bo malbata hêja ya hevrêyê me Welat, gelê me yê Qerejdaxê û tevahiya gelê me yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Weke hevrêyên wê em soz didin ku girêdayî bîranîna hevrê Welat bin û têkoşîna wê bikin bingeha têkoşîna meya li dijî dagirkeran."

NASNAMEYA ŞEHÎD

Nasnav: Welat Qerejdax

Nav û Paşnav: Seyîdxan Temel

Navê Dayikê: Makbule

Navê Bav: Evdirehman

Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê, 23 Cotmeh 2024