Berî her tiştî divê mirov hewl bide ku Şerê Gel ê Şoreşgerî rast pênase bike û pêk bîne. Şerê Gel ê Şoreşgerî, tê wateya tevlîbûna gel a çalak. Bi vî rengî jî gel bi xwe xwe diparêze, axa xwe, taxa xwe, welatê xwe û hebûna xwe bi tu awayî radestî hêzan nake. Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di pêkanîna Şerê Gel ê Şoreşgerî de bi israr in.
Rêveberê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê Harûn Gabar têkildarî mijarên weke rola ciwanan a di pêkanîna Şerê Gel ê Şoreşgerî de û azadiya fîzîka ya Rêber Apo ji ajansa me re axivî.
Harûn Gabar di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna ku ji aliyê gel ve tê meşandin û wiha axaftina xwe domand: “Dijminê gelê Kurd bê navber êrîşî herêmên me dike. Divê helwesta me li beramberî vê yekê bi çi awayî be û rola me di nav Şerê Gel ê Şoreşgerî de di kîjan astê de be? Gava yekem ew e ku divê em di çarçoveya stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî û fikrên Rêber Apo de tev bigerin. Ger em di warê fikrî de xwe rizgar nekin, em ê nikaribin li hemberî dijminê xwe serî hildin û têbikoşin.”
‘EM ŞAGIRTÊN FELSEFEYA RÊBER APO NE’
Harûn Gabar di berdewamiya axaftina xwe de got ku ew weke ciwanan divê ji hemû fikrên qirêj rizgar bibin û bi ruhê Şerê Gel ê Şoreşgerî xaka xwe biparêzin û got: “Şerê gel ew e ku mirov xak û gelê xwe biparêze. Divê em weke ciwanên şoreşger têkoşîna xwe roj bi roj mezintir bikin û ramanên Rêber Abdullah Ocalan ji bo xwe weke bingeh bipejirînin. Divê em fikrên Rêber Apo li seranserî cîhanê bidin naskirin. Pêwîst e ku em ji bo Rêber Apo gelek çalakiyan li dar bixin û rojane li ser piyan bin da ku dijmin bizanibe em şagirtên felsefeya Rêber Apo ne.”
‘JI BO TEVAHIYA GELÊN ROJHILATA NAVÎN TÊDIKOŞIN’
Harûn Gabar da zanîn ku ciwan xwe di çarçoveya ramanên Rêber Apo de birêxistin dikin û berxwedana Rêber Apo ji bo xwe dikin hêza têkoşînê û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Di van demên dawî de em dibînin ku tiştên ku li ser gelê me tên pêkanîn, şerê taybet e ku ew jî bingeha xwe ji kapîtalîzmê digire. Pêwîst e ku em xwe ji van rizgar bikin. Armanca me ji têkoşîna gel ew e ku civakek azad were afirandin. Em ne tenê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê têkoşînê didin meşandin. Ji bo tevahiya neteweyên li Rojhilata Navîn têdikoşin. Divê her ciwanek ji bo welatê xwe bibe şervanek mezin an jî di xizmeta civaka xwe de bijî. Hemû ciwanên ku me dibînin û dişopînin pêwîst e bi berxwedanî, fikr û felsefeya Rêber Apo di pêkanîna Şerê Gel ê Şoreşgerî de berdewam bin. Li ser vê bingehê em ê bikaribin Rêberê xwe Abdullah Ocalan ji zindanê azad bikin."