ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Bi sedan kesan cenazeyê Egîd Serêkaniyê spartin axê
Cenazeyê şervanê QSD’ê Egîd Serêkaniyê (Mihemed Ehmed) ê di berxwedana Qereqozaxê de şehîd bû, hate veşartin. -
Cenazeyê şehîdê Şaredariya Tişrînê hate veşartin
Cenazeyê xebatkarê Şaredariya Tişrînê Mehmûd Mudîr Muslim, li Reqayê bi merasîmekê hate veşartin. -
Dewleta Tirk a dagirker kaşê Berkelê topbaran dike
Dewleta Tirk a dagirker kaşê Berkel ê Kobanê topbaran dike. -
Fermandar Ronahî Yekta li Kobanê hate veşartin
Fermandar Ronahî Yekta (Arşîn Hesen) ku li Bendava Tişrînê di şerê li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, li Kobanê bi merasîmeke girseyî hate veşartin. -
Êrîşên li ser Kobanê, Til Temir û Tebqayê
Dewleta Tirk a dagirker ji hewayî û bejahî ve êrîş bir ser Kobanê, Til Temir û Tebqayê. -
Dewleta Tirk bi balafirên şer derdora pira Qereqozaxê bombe kir
Hate ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker derdora pira Qereqozaxê bi balafirên şer bombe kiriye. -
Ji pênûsa rojnamevan Cîhan Bîlgîn
Dema te rêyek da ber xwe, divê tu berdêlê jî bide ber çavên xwe û bimeşe. Ez rê ne, rê jî em in! Em ê bimeşin, yên bidin pey me jî wê her tim hebin. Dibe ku astengî derkevin pêşiya me, dibe ku em negihêjin, lê eger rê hebe, meşvan jî wê hebe. -
Mamosteyên Kantona Firatê tevlî seferberiyê bûn
Mamosteyên Kantona Firatê tevlî seferberiya ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê îlan kirî, bûn û tabûra şehîd Ronahî Yekta ava kirin. -
Parastina Qereqozax û Tişrînê parastina Kobanê ye
Tişrîn û Qereqozax du nuqteyên krîtîk in ku li rojhilat û rojavayê Firatê ne. Dewleta Tirk bi kontrolkirina wan dixwaze dagirkeriya xwe ber bi rojhilatê Firatê ve bibe. Parastina Qişrîn û Qereqozaxê parastina Kobanê, Reqa, Cizîr, Dêrazor û Hesekê ye. -
Di operasyona Reqayê de 27 kes hatin girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku di operasyona asayîşê ya li bajarê Kerama yê Reqayê de 27 kes hatine binçavkirin. -
Şervanan kepçeya dagirkeran rûxandin
Yekîneyên Parastina Hewayî ya Şehîd Harûn dimenê rûxandina kepçeya çeteyên Tirk a dagirker weşand. -
MSD: Yekîtiya li dijî dewleta Tirk ferz e
MSD'ê bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk û ji bo parastina destkeftiyên gelê Kurd banga yekîtiya neteweyî kir. -
Cenazeyên şervanên QSD’ê li Dêrazorê hatin veşartin
Cenazeyên şervanên QSD’ê yên ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê SMO'yê de li kantona Dêrazorê şehîd bibûn, bi merasîmekê hatin veşartin. -
Şêniyên kantonên Tebqa û Cizîrê berxwedana QSD’ê silav kirin
Şêniyên kantonên Tebqa û Cizîrê berxwedana QSD’ê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê silav kirin. -
QSD’ê nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir
QSD’ê nasnameya şervanê ku li Bendava Tişrînê di berxwedana li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyan de şehîd bû, eşkere kir. -
Cenazeyên şehîdan hatin veşartin
Cenazeyên şervanên QSD’ê Hemze, Xalid û Cesar ên di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, li Şedadê hatin veşartin. -
Xelkê Çilaxa: Em bi QSD’ê re ne
Di çalakiya li bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê de, gel xwedî li QSD’ê derket. -
'QSD û YPJˈê rûmeta me ye'
Meclisa Kongra Star a bajarê Tirbespiyê piştgiriya xwe bi şervanên YPJ`ê û QSD`ê re anî ziman û got, "QSD û YPJˈê rûmeta me ne." -
Xelkê kantona Firatê bi dirûşma 'Em hemû QSD'yî ne' meşiya
Şêniyên kantona Firatê bi rengekî girseyî li Kobanê meşiyan û nîşan dan ku ew li gel QSD'ê ne. Di meşê de hate destnîşankirin ku wê her tim li dora QSD'ê bibin xelek. -
QSD: Li derdora Bendava Tişrînê 17 çete hatin kuştin, 40 jî birîndar bûn
Li derdora Bendava Tişrînê, çeteyên dewleta Tirk ên êriş kirin, derba giran xwarin. QSD'ê ragihand ku 17 çete hatin kuştin, 40 jî birîndar bûn. -
Şêx Murşid Xeznewî: Destekê bidin QSD'ê
Şêx Murşid Xeznewî li Hesekê di civînekê de bang li hêzên siyasî yên Kurd kir ku bi erka parastina destketiyan rabin û piştgiriyê bidin QSD'ê. -
Dilsozê şoreşê: Şehîd Xebat Hîmo
Gerîlayê ji Rojava Xebat Hîmo ku li gelek herêmên welêt şer kir û canê xwe da têkoşîna azadiyê, mîna bi hezaran lehengên Kurdistanê navê xwe bi tîpên zêrîn li dîrokê nivîsî. -
Li dijî gundê Kobanê êrîşa bi obusan: Birîndar hene
Dewleta Tirk a dagirker gundê Eslankê yê dikeve başûrê Kobanê bi obusan bombebaran kir. Di encama bombebaranê de gelek welatî birîndar bûn. -
Ji bo şehîd Hebûn Kobanê merasîmeke bi heybet
Şêniyên Kantona Firatê cenazeyê Şehîd Hebûn Kobanê li Pakrewangeha Şehîd Dîcle bi merasîmeke biheybet spartin axê. -
Cenazeyên şehîdên Zirganê hatin veşartin
Li Til Temirê cenazeyên Lewend Erîşe û Îbrahîm Mihemed El Nasir ên di êrîşa li ser Zirganê de şehîd bûn, hatin veşartin.