ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Cenazeyên şehîd Sorxwîn Celal û Arîn Kobanê hatin veşartin
Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo ji bo veşartina cenazeyên şehîd Sorxwîn Celal û Arîn Kobanê hatin ba hev û soza berdewam kirina têkoşîna şehîdan dan. -
Di çalakiyên HRE’yê de 9 çete hatin kuştin
HRE’yê ragihand ku di çalakiyên lidar xistine de 9 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin û 9 çete jî birîndar bûne. -
Dagirkeran bombe li Minbicê barandin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê duh piştî nîvê şevê bombe lı bakur rojavayê Minbicê barandin. -
Ji damezrînerên El Nusrayê El Kahtanî hate kuştin
Hate ragihandin ku yek ji damezrînerên El Nusraya girêdayî El Kaîdeyê Ebû Marîa El Kahtanî li Îdlibê di encama êrîşekê de hatiye kuştin. -
Bi wesîleya 4’ê Nîsanê broşur hatin belavkirin
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan broşur hatin belavkirin. -
Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Şehbayê hat pîrozkirin
Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kampa Serdem a Şehbayê hat pîrozkirin. -
Artêşa Tirk a dagirker Minbic û Şehbayê bombebaran kir
Hate ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker gundê Xirêbkê û Balafirgeha Miniqê bombebaran kir. -
Li kantona Cizîr û Helebê pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê
Li gelek deverên kantona Cizîrê û Helebê ji bo 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd dar hatin çandin û şahî hatin lidarxistin. -
Rêveberiya Xweser: Dewleta Tirk ji bo têkçûna xwe veşêre sûcê şer dike
Rêveberiya Xweser diyar kir ku dewleta Tirk bi êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcê şer dike û hewl dide têkçûna xwe veşêre. -
Şaredariya Şehbayê piştgirî da gelê Bakurê Kurdistanê
Şaredariya Kantona Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyekê piştgirî da berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê ya ji bo xwedîderketina li şaredariyên xwe. -
'Gel û rêveberiya xweser wê siyasetên li ser herêmê têk bibin'
Cîgira Seroka Desteya Jinê ya Kantona Efrîn û Şehbayê Arîn Bekîr diyar kir ku gelê Efrînê li gel zor û zehmetiyan berxwedana xwe di nava dorpêçê de dewam dike û destnîşan kir ku ev berxwedan wê heta rizgarkirina Efrînê dewam bike. -
Jinan li Ehdasê 4’ê Nîsanê pîroz kir
Jinan bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şahiyek li dar xist û vejîna gelê Kurd pîroz kirin. -
'Em ê bi berxwedanê hemû planên dewleta Tirk têk bibin'
Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê der barê bombebarankirina wesayîta welatiyan li Kobanê de daxuyaniyek da û got: "Em ê bi berxwedanê hemû planên dewleta Tirk têk bibin." -
Li Kobanê wesayîtek hat bombebaran kirin
Dewleta Tirk a dagirker li navenda Kobanê wesayîtek bombebaran kir. -
Ji bo Rêberê Gelê Kurd li Minbicê zêdetirî 700 hezar îmze hatin berhevkirin
Hat ragihandin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kantona Minbicê zêdeyî 700 hezar îmze hatin berhevkirin. -
Xelkê Qamişloyê ji bo DEM Partiyê daket qadan
Gelê bajarê Qamişlo ji bo serketina DEM Partiyê daket qadan û diyar kirin ku ew ê têkoşîna xwe her mezin bikin. -
Cenazeyê şehîd Kaya Kêtikanî li Kobanê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Kaya Kêtikanî (Diyar Beko) li Kobanê bi merasîmekê hate veşartin. -
Li Kantona Firatê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan 120 hezar îmze hatine komkirin
Endama Rêveber a Komîteya Komkirina Îmzeyan a ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan Peyman Elûş diyar kir ku tevahî gelê Kantona Firatê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan seferber bûne û got ku heta niha zêdeyî 120 hezar kesî îmze avêtine. -
4’ê Nîsanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat pîrozkirin
Bi boneya nêzîkbûna rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajaran çalakiyên çandî hatin lidarxistin. -
'Fêhmkirina parêznameyan fêhmkirina xwe, maf û azadiya xwe ye'
Rojavayiyên tevlî komên xwendina parêznameyên Abdullah Ocalan bûn gotin, "Bi xwendinê me xwest ku fikir û felsefeya Rêber Apo hîn baştir fêhm bikin û bigihînin civakê." -
Gelê Kobanê serketina DEM Partiyê silav kir
Gelê Kobanê serkeftina DEM Partiyê ya hilbijartinên xwecihî bi şahiyekê silav kir. -
Halîl Dag li Qamişloyê hat bibîranîn
Halîl Dag ê ku 1'ê Nîsana 2009'an şehîd bû, li Qamişlo hat bibîranîn. -
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 4’ê Nîsanê pîroz kirin
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî li dar xistin. -
Li Kantona Firatê bi wesîleya 4’ê Nîsanê rêzeçalakî hatin lidarxistin
Li navçeyên Şêranê, Sirînê û Qada Jina Azad a Kantona Firatê bi wesîleya 4’ê Nîsanê roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên cur bi cur hatin lidarxistin. -
Ji ber êrîşên dewleta Tirk, demek dirêj e li Rojava pirsgirêka elektirîkê heye
Îbrahîm Elî Yûsif diyar kir ku ji ber êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hîn jî pirsgirêka elektirîkê didome û got ku divê rêxistinên navneteweyî vê rewşê bişopînin û bibînin ku dewleta Tirk şerekî çawa li dijî gel dimeşîne.