ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Ruhê 12’ê Adarê bi modela neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser zindî bû
Hevserokê Komîteya Karên Hundir a Herêma Cizîrê Kenan Berekat: Dewletê di 12’ê Adarê xwest ku gelan li dijî hev rake, lê gelan ev lîstok pûç kirin. -
Malbatên Şehîdan: Gerîla hêz û hebûna gelê Kurd e
Malbatên Şehîdan ên Efrînê ji ANF'ê re diyar kirin ku berxwedan û qehremantiya ku gerîla li çiyayên azad nîşan dide, hêz û morala gelê Kurd bilind dike. Her wiha dan xuyakirin ku wê her tim piştevaniyê bidin gerîla ji ber ku gerîla hebûna gelê Kurd e. -
Çeteyan li Efrînê 5 kes revandin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ji DAÎŞ’iyan pêk tê, yek jê ji Helebê û 4 jî ji Cindirêsê ya Efrînê 5 kes revandin. -
Rapora Sûriyeyê nû ya NY’ê: Êrîşên Tirkiyeyê di çarçoveya sûcên şer de ne
Komîsyona Lêkolînê ya NY’ê ya Sûriyeyê diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye û êrîşên li ser sivîlan û binesaziya sivîlan di çarçoveya sûcên şer de ne. -
PYD: Serhildana 12'ê Adarê bingeha şoreşa Rojava ye
PYD'ê ji ber salvegera 20'an a komkujî û serhildana Qamişloyê daxuyaniyek da û got, "Hem yek ji faktorên bingehîn ên şoreşa Sûriyeyê ye, hem jî hîmê Şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012'an e." -
Ji TEV-DEM'ê daxuyaniya 12'ê Adarê: Em berxwedana xwe mezin bikin
TEV-DEM'ê bi wesîleya salvegera 20'an a Serhildana 12'ê Adarê daxuyaniyek da û ji bo mezinkirina têkoşîn û berxwedanê bang kir. -
Li Dêrazorê mayina DAÎŞ’ê teqiya: Zarokekê jiyana xwe ji dest da
Li rojavayê Dêrazorê di encama teqîna mayineke çeteyên DAÎŞ’ê de zarokek jiyana xwe ji dest da û 4 zarok jî birîndar bûn. -
Ji bo gerîlayê HPG’ê Şaho Dalaho merasîma xiyabî hat lidarxistin
Ji bo gerîlayê HPG’ê Şaho Dalaho yê di 14’ê Tîrmeha 2017’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibû, merasîma xiyabî hat lidarxistin. -
Balafirê bêmirov ê dewleta Tirk li Balafirgeha Miniqê xist
Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker navendek hêzên hikûmeta Şamê ya li balafirgeha Miniqê ya herêma Şehbayê bombebaran kir. -
Li Efrînê di nava hefteyekê de herî kêm 16 kes hatin revandin
Navenda Belgekirina Sûcan raporek amade kir û diyar kir ku li bajarê Kurdan Efrînê ya ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye di hefteay destpêkê ya Adarê de herî kêm 16 kes hatine revandin. -
Di ser komkujiya li Şaredariya Gel a Qamişloyê 10 sal derbas bûn
Êrîşa ku DAÎŞ'ê di 11'ê Adarê de bir ser Şaredariya Gel a Qamişloyê 10 sal li pey xwe hişt. Hevşaredara wê demê Sema Bektaş qala wê rojê kir; Endamê Komîteya Ekolojiyê û Şaredariya Gel a Qamişloyê Mesût Yûsûf jî qala karên 2023'an kir. -
Dagirkeran li Efrînê 2 kesên din revandin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê 2 kes revandin. -
Dewleta Tirk bombe li Şehbayê barand: 2 kes birîndar bûn
Dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran bombe li gundê Şêx Îsa barand. Di êrîşê de 2 kes birîndar bûn. -
YPJ’ê 8’ê Adarê roja berxwedan û raperînê li tevahiya jinên têkoşer pîroz kir
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi wesîleya 8’ê Adarê hemû şehîdên şoreşa azadiya jinê bibîr anî û peyama bilindkirina têkoşîna azadiyê da. -
Dewleta Tirk li Efrîn û Cerablusê 14 welatiyên din revandin
Dewleta Tirk ku li xakên dagirkirî rejîmeke terorê ava kiriye, di rojên dawî de li Efrîn û Cerablusê 14 kes revandin. -
Li Kobanê bi boneya 8'ê Adarê gorên şehîdan hatin ziyaretkirin
Li Kobanê di çarçoveya rêzeçalakiyên 8’ê Adarê de îro li goristana Şehîd Dicle ya li başûrê Kobanê şehîd hatin bibîranîn û li ser gorên şehîdan find hatin pêxistin. -
Li Minbicê êrîşa balafira bêmirov: 2 kes birîndar bûn
Artêşa Tirk a dagirker bi balafira bêmirov bombe li gundê Hoşeriyê yê bakurê Minbicê barand; yek jê bi giranî 2 kes birîndar bûn. -
Dewleta Tirk li Minbicê gundiyek birîndar kir
Dewleta Tirk a dagirker careke din bombe li gundên Minbicê barand. Di encamê de kesek birîndar bû. -
Şehîd Ferhan Hacî hate oxirkirin
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şehîd Ferhan Hacî bi merasîmeke girseyî hate oxirkirin û kesên beşdarî merasîmê bûn tekez kirin ku ew ê li ser xeta şehîdên xwe têbikoşîn. -
‘Em ê xwedî li mîrateya jinên têkoşer derkevin’
Nûçegînana Jin TV’yê Xeznê Celal bi wesîleyê 8’ê Adarê got, “Weke rojnamevanên jin, ji bo ku em xwedî li mîrateya jinên têkoşer û jinên ku di kargehan de hatin şewitandin derkevin, têkoşîna me berdewam dike.” -
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê êrîşa çeteyan li a li ser Seyade têk bir
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrîşî gundê Seyade yê Minbicê kir. Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersivek xurt da êrîşê û êrîş têk birin. -
SOHR: Di êrîşa DAÎŞ’ê de 18 kes hatin kuştin
SOHR’ê ragihand ku çeteyên DAÎŞ’ê li başûrê Dêrezorê êrîşî kesên ku kuvark berhev dikirin kirin û di encama êrîşê de 18 kes hatin kuştin. -
Dewleta Tirk li Efrînê 4 xwendekar revand
Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê çar xwendekar revand. -
Dagirkeran 2 gundên din ên Şehbayê bombebaran kirin
Dewleta Tirk a dagirker 2 gundên din ên Kantona Şehbayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kir. -
Balafira bêmirov gundê Şêx Îsa bombebaran kir
Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker bombe li gundê Şêx Îsa yê navçeya Til Rifet barand.