ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Cenazeyê şehîd Demhat li Dirbêsiyê hat veşartin
Şêniyên Dirbêsiyê di merasîma şervanê QSD’ê şehîd Demhat soza şopandina rêça şehîdan dan. -
Ji bo şehîdên Til Berakê merasîm hat lidarxistin
Ji bo 3 kesên ku di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Til Berak-Hesekê de şehîd bûn, merasîm hat lidarxistin. -
Artêşa Tirk a dagirker gundê Cadê topbaran dike
Hat ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker van kêliyan gundê Cadê ya li pira Qerekozaxê bi çekên giran topbaran dike. -
Dîmenê ku gundê Qişle yê ji çeteyên SMO’yê hat paqijkirin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê gundê Qişlê ku di bin kontrola artêşa Tirk a dagirker û çeteyên SMO’yê de bû, ji çeteyan paqij kirin. Di dîmenên ku hatine kişandin de tê dîtin ku şervanên Meclîsa Leşkerî bi ruhekî fedayî bi ser çeteyan de diçin. -
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dest bi pêngavê kir
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên SMO'yê dest bi 'Pêngava Şehîd Ezîz Ereb Minbic' kirin. -
Dewleta Tirk topbaranê li gundê Qûmlixê û pira Qereqozaxê dike
Dewleta Tirk a dagirker li gel komên xwe yên çete bi topbaranê lig undê Qûmlixê û pira Qereqozaxê dike. -
Tûgaya Şehîd Sorxwîn a Kongra Star hate avakirin
Kongra Star a Kobanê tevlî banga seferberiyê bû û bi daxuyaniyekê ragihand ku wan Tûgaya Şehîd Sorxwîn ava kiriye. -
Şervanan gundê Qişlê ji çeteyan paqij kirin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê gundê Qişlê yê ku ji aliyê çeteyên SMO ve hatibû dagirkirin, ji çeteyan paqij kirin. -
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dîmenê çalakiyê weşand
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dîmenê çalakiyên li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên SMO'yê weşand. -
Şehîd Egîd û Sîrac bi merasîmeke girseyî li Kobanê hatin veşartin
Cenazeyên şehîdên QSD'ê Şehîd Egîd û Sîrac li Kobanê bi merasîmeke bi beşdariya bi sedan kesî hatin veşartin. -
Xelîl Hewas Hacî hate veşartin
Şervanê Hêzên Xweparastinê Xelîl Hewas Hacî li Şehîdgeha Şehîd Xebat bi merasîmekê hate veşartin. -
Li Bendava Tişrînê bi dehan çete hatin kuştin
Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê li gundên derdora Bendava Tişrînê li çeteyan da. Hate ragihandin ku bi dehan çete hatin kuştin û gelek maşîneyên leşkerî hatin rûxandin. -
Jinên Qamişlo û Amûdê bi meşeke girseyî xwedî li YPJ’ê derketin
Bi pêşengiya Kongra Star bi deh hezaran jinên bajarê Qamişlo û Amûdê ji bo piştgiriya şervanên YPJ’ê daketin qadan û peyama ew ê heta dawiyê xwedî li YPJ’ê derkevin dan. -
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê: Êrişa li derdora Bendava Tişrînê hate têkbirin
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku şervanên wan êrişa çeteyan a li derdora Bendava Tişrînê têk birine. -
'Divê yekrêziya Kurdan bê avakirin'
Endamên partî û tevgerên ku beşdarî civîna PYNK'ê bûne diyar kirin ku di vê pêvajoyê de ji bo avakirina Sûriyeke nû û bicihkirina mafên Kurdan yekrêziya Kurdan gelekî girîng e. -
QSD’ê şehadeta 15 şervanên xwe ragihand
QSD’ê nasnameya 15 şervanên xwe yên di berxwedana li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, eşkere kir. -
Şehîd Cîhan û Nazim ji ber ku rastî radigihandin, bûn hedef
Şervanên YPJ û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bal kişandin ser girîngiya ragihandina rastiya li çeperên berxwedanê û gotin "Şehîd Cîhan û Şehîd Nazim ji ber ku rastî radigihandin bûn hedef." -
‘Rêveberiya Xweser hêviya me ye’
Yek ji koçberên Efrîn-Şehbayê Mûfîda Koto destnîşan kir ku bi saya Rêveberiya Xweser wan li Qamişlo xwe bi cih kirin û got: “Rêveberiya me hêviya me ye.” -
‘Çawa bi destê jinê DAÎŞ têk çû, wê dagirkerî jî têk biçe’
Jinên ciwan piştî seferberiya xwe îlan kirin diyar kirin ku çawa bi jinê DAÎŞ têk çû wê dagirkerî jî têk here. -
Federasyona Gaziyan nasnameya 2 şehîdên xwe eşkere kir
Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nasnameya şehîdên xwe Ferhad Kobanê yê 8’ê Kanûnê li Minbicê û Cano Şedadê yê 21’ê Kanûnê li Til Berak şehîd bû, eşkere kir. -
Bendava Tişrînê bi taktîkên nû tê parastin
Ji fermandarên hêzên parastinê Viyan Soran diyar kir ku wan êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê pûç kirin û destnîşan kir ku ji bo parastina Bendava Tişrînê wan taktîkên nû bi kar anîn. -
‘Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk piştgiriya çeteyên DAÎŞ’ê dike’
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava rê li ber zindîbûna şaneyên DAÎŞ’ê vedike û got: “Em ê ji bo ewlehî û aştiyê bi hemû hêza xwe bixebitin.” -
Çeteyên DAÎŞ’ê li Dêrazor û Şedadê êrîşî nuqteyên kontrolê kirin
Çeteyên DAÎŞ’ê li bejahiya bakurê Dêrazor û bajarokê Şedadê yê başûrê Hesekê êrîşî nuqteyên kontrolê kirin. -
‘Pêwîstiya gelê Kurd bi avakirina yekrêziya Kurdî heye’
Kesayetên beşdarî civîna tevgera siyasî ya Kurdî ya li Qamişloyê bûn diyar kirin ku ew ji pêkanîna yekrêziya Kurdî re amade ne û bang li sazî û rêxistinên Kurdî kirin ku hemû alozî û nakokiyan deynin holê û yekrêziya Kurdî ava bikin. -
Dewleta Tirk a dagirker dayik û keça wê yê 12 salî qetil kir
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Cadê yê başûrê Kobanê topbaran kir. Di encama topbaranê de dayik û keça wê yê 12 salî hat qetilkirin.