BI DÎMEN

Dayikên gundê Xurxurê yê Kobanê xwarin ji şervanên xwe re amade dikin

Dayikên gundê Xurxurê yê li rojavayê bajarê Kobanê, xwarinê ji şervan û zarokên xwe re amade dikin, ku li eniyên berxwedanê, xak û gelê xwe diparêzin.

Şervanên YPJ û QSD'ê ku li eniyên Tişrîn û Qereqozaxê li pêşiya dagirkeriyê disekinin, xwedî piştevaniyeke xurt in. Dayikên kantona Firatê rojane ji şervanên xwe re xwarinê amade dikin û bi vî rengî tevlî berxwedana parastina herêmê dibin.

Dayikên li gundê Xurxurê yê li rojavayê Kobanê jî bi vî karî radibin. Xwarina ku tê amadekirin, yekser ji şervanên li çeperên pêş re tên şandin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku dayîk ne tenê xwarinê amade dikin. Di heman demê de jî bi şev her dayîk li kolana xwe nobedê digire.