Li Tebqa û Şedadê şehîd bi merasîmên girseyî hatin veşartin

Şervanên QSD'ê yên ku di berxwedana li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bibûn bi merasîmên girseyî yên li Tebqa û Sedadê hatin lidarxistin, hatin veşartin.

ŞEHÎD HATIN VEŞARTIN

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îsa El Ehmed ku 9`ê Kanûnê li kantona Minbicê, şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Luey El Şêx ê 2`yê Kanûnê li Helebê, şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Sarî Ebdulhemîd, şervanê QSD`ê şehîd Ebdullah El Serhan 1`ê Çileyê li bajarê Til Rifetê şehîd bûn, îro li kantona Tebqayê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.

Hevserokê Meclîsa Rêveber a kantona Tebqayê Ehmed El Omer di merasîmê de axivî û sersaxî da malbatên şehîdan û got: "Em soz didin ku destkeftiyên gelê herêmê ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin biparêz in. Em amade ne di oxira rizgarkirina herêmê de û ji bo ku gel bigihêje azadî û rûmeta xwe, canê xwe feda bikin."

Endama rêveber a Meclîsa Malbatên Şehîdan Nebîhe Hebeş axivî û berxwedana gelê herêmê û fedakariyên wan ên ji bo bidest xistina serkeftinê, silav kir û got netewa demokratîk çareseriya bingehîn a Sûriyeya ne navendî û azad e.

Di dawiya merasîmê de belgenameyên şehîdan hatin xwendin û cenazeyên şehîdan bi dirûşma "şehîd namir in" hatin veşartin.

JI BO TAHA HISÊN LI ŞEDADÊ MERASÎM HAT LIDAR XISTIN

Şêniyên bajarê Şedadê cenazeyên şervanê Hêzên Komandos ên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Taha Elî Hisên ê li Helebê 7`ê Kanûna 2024`an şehîd bûye, li goristana şehîdan a Şedadê bi merasîmekê veşartin.

Bi dehan şênî, malbatên şehîdan, rûspiyên êlan, nûnerên saziyan, rêveberiyên sivîl, hêzên leşkerî, tev li merasîmê bûn û soza şopandina rêya şehîdan ta avakirina civakeke demokratîk û azad dan.

Meclîsa Malbatên Şehîdan ji bo şehîd Hisên 12`ê Kanûnê merasîmeke xiyabî li goristana şehîdan a Şedadê li dar xistibû.