Şehîdê QSD'ê Ehmed Mihemed hate veşartin

Şervanê QSD'ê Ehmed Mihemed ê şehîd bû, li Tebqayê hate veşartin.

Şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Ehmed Mİhemed ê li bajarokê Curniyê yê Tebqayê şehîd bû, li şehîdgeha li Tebqayê bi merasîmekê hate veşartin.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Tebqayê Mehmûd El Sayîl axivî û diyar kir ku bi saya keda şehîdan gelê herêmê bi aramî dijî.

El Sayîl soza şopandina xeta şehîdan û parastina herêmê ji êrişên dagirkeriyê da.

Serokê Weqfa Al El Beyet a kantona Tebqayê Ednan Îlêwî jî got: "Meşa li ser xeta şehîdan wê heya rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî dewam bike. Em soz didin ku em ê şopdarên rêya şehîdên xwe bin."

Piştî axaftinan, wesîqeya şehîd Ehmed Mihemed hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Cenazeyê şehîd bi dirûşma "Şehîd namirin" hate definkirin.