Nasnameya şehîdekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate eşkerekirin
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê şehadetê endamê xwe Îsa Hesen El Ehmed de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, endamê Hêzên Operasyonan ên kantona Tebqayê Îsa Hesen El Ehmed dema erka xwe ya parastina ax û gelê xwe pêk dianî 8ˈê Kanûna 2024ˈan li kantona Minbicê şehîd bû.
Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbata şehîd Îsa re hat xwestin û ta pêkanîna edalet, rûmet û azadiyê de soza şopandina xeta şehîdan hate dayîn.
Li gorî daxuyaniyê agahiyên der barê nasnameya şehîd de wiha ne:
Nav û paşnav: Îsa El Ehmed
Navê dê: Necma
Navê bav: Hesen
Cih û dîroka jidayikbûnê: Reqa. 01.01. 2002
Dîroka tevlêbûnê: 04.03. 2023
Cih û dîroka şehadetê: Minbic, 08.12-2024