Cenazeyên berxwedêrên Tişrînê hatin veşartin

Cenazeyên şervanên QSD’ê Ednan Yehya û Hemze El Hebîb yên ku di berxwedana Bendava Tişrînê de şehîd bibûn, hatin veşartin.

Ji bo şervanên Hêzên Komandos Ednan Yehya û Hemze Elî El Hebîb ên di berxwedana li Bendava Tişrînê ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şehîd bûbûn de,li Pakrewangeha Şehîd Dilşêr a li gundê Dugur ê Tirbespiyê merasîmek hat lidarxistin.

Merasîma ku girseke mezin a şêniyan tevlê bûbûn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Cizîrê Zîwer Elî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina rêya wan da.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Qamişlo Rêzan Osê axivî û diyar kir ku ew bi xeta şehîdan ve girêdayî ne û ji bo parastina yekitiya axa Sûriyeyê û têkbirina dagirkeriyê amade ne her tiştî bidin.

Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Şêx Elaedîn Omer jî di merasîmê de axivî û got: "Dewleta Tirk a dagirker dînê îslamê ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe yên siyasî û mêtîngeriyê bi kar tîne, ev nêzîkatî ji her kesî re aşkera ne."

Şêx Elaedîn Omer anî ziman ku berxwedaneke efsanewî ya ku zarokên wan raber dikin dê bi serketinê tacîdar bibe.

Di dewama merasîmê de Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Kantona Cizîrê Hikmet Hebîb jî ev tişt anî ser ziman "Li ser rûyê erdê tu nêzî nikare ku mêtîngeriyê li ser me ferz bike. Em xwediyê heqiyê ne, berdêl çi dibe bila bibe em erdê xwe biparêzin."

Piştî axaftinan wesîqeyên şehîd Ednan û şehîd Hemze hatin xwendin û pêşkêşî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyên her du şehîdan bi dirûşmên "Şehîd namirin" hatin veşartin.