BI DÎMEN

Şêniyên Kobanê: Em li pişta hêzên xwe ne

Şêniyên Kobanê yên beşdarî pêngava seferberiyê bûne, diyar kirin ku ew ê weke jin, mêr, kal û pîr, zarok û ciwan ji bo vê axê rabin ser piyan û xwedî li axa xwe derkevin.

Şêniyên bajarê Kobanê li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê helwesta xwe ya berxwedanê raber kirin û gotin ku ew ê heta dawî axa xwe biparêzin.

‘LI MINBICÊ EM BÛN ŞAHIDÊ HOVÎTIYA WAN’

Nîzar Îbrahîm Şêxo, destnîşan kir ku weke zarok, jin kal, pîr û ciwan ew ê hemû ji bo parastina warên xwe rabin ser piyan û got, “Em hemû li ser piyan in, em li pişt hêza xwe ne. Vaye em rojane dibînin ka çi kiryar li Minbicê dibin. Rojane, dizî, destdirêjî û qirkirin li wî gelî tê kirin. Em jî weke gelê Şêranê ji 7 salî heta 70 salî rabin ser piyan. Dewleta Tirk çawa li Kobanê cara ewil têk çû, wê careke din jî têk biçe.” 

‘EM Ê HETA DAWIYÊ LI PIŞTA HÊZÊN XWE BIN’

Ehmed Kaşo, anî ziman ku dewleta Tirk dijminê neteweya Kurde û dixwaze Kurdan tune bike. Kaşo, da xuyakirin ku ew bi hêza xwe hene û wiha domand, “Em bi wan kêfxweş in, ew in hebûna me ne, em ê jî heta dawiyê li pişt hêza xwe bin. Em ê jî şer bikin heta dawiyê.”