'Yek ji me jî bimîne em ê dagirkeriyê têk bibin'
Dayikên Kobanê yên ku ji bo şervanên li eniyan xwarinê amade dikin û seferber bûne gotin "Heta ku yek jî me jî bimîne em ê li ber dewleta Tirk rabin."
Dayikên Kobanê yên ku ji bo şervanên li eniyan xwarinê amade dikin û seferber bûne gotin "Heta ku yek jî me jî bimîne em ê li ber dewleta Tirk rabin."
Dayikên Kobanê li ser banga Rêveberiya xweser seferber bûne. Hem ji şervanên çeperên şer re xwarinê çêdikin, hem jî çeka xwe hildane û seferber bûne. Her dayîk gundê xwe, bajarê xwe û kolana xwe diparêze. Têkildarî vê yekê dayîkên Kobanê ji ANF`ê re axivîn.
Emîne Mislim a ku ji bajarê Şêranê yê girêdayî Kobanê wiha dibêje: "Em li pişt hêzên xwe ya di çeperên pêş de ne. Ev ax axa me ye, em tu carî axa xwe ber nadin, heta dilopa xwîna xwe ya dawî em ê axa xwe neterikînin. Bila dewleta Tirk baş bizanibe ku em Kurd ne ew Kurdên berê ne. Ev welatê me ye, em ê bi çeka xwe xwedî li welatê xwe derkevin."
`YEK JI ME JÎ BIMÎNE EM Ê DAGIRKERIYÊ TÊK BIBIN'
Emîne Mislim wiha dawî li axaftinên xwe anî: "Heta em yek jî li ser vê axê bimînin, em ê li hemberî dewleta Tirk a dagirker bisekin in. Êdî hêza me heye, bi me dayîkan bimîne jî, em ê çeka xwe rakin û li pişt şervanên xwe bin. Em ê nehêlin ku faşîzim û çeteyên wê bi ser bikev in."
'EM LI PIŞT ŞERVANÊN XWE NE'
Zêneb Nehsan ku ji gundê Qeremuxê ye û xwarin ji şervanan re amade dike jî got: "Li dijî her gef xwarina dewleta Tirk a dagirker, em li ber xwe didin. Şervanên me ji bo parasitna tevahî mirovahiyê di çeperên şer de bênavber li ber xwe didin û têkoşînekê bêhempa dimeşînin. Em jî weke dayîkên gundê Qeremux li pişt şervanên xwe ne. Em ê bê dudilî tevlî bibin û çi ji me bê xwestin em ê ji bo zarokên xwe bikin. Şervanên me ji bo welat, ax û gelê xwe li ber xwe didin. Ji bo parastina mirovahiyê şehîd dibin. Em ê riya wan şehîdan bişopînin. Ew hêvî û serkeftina me ne."
`ÇAWA DAÎŞ TÊK ÇÛ, DEWLETA TIRK A DAGIRKER JÎ TÊK ÇÛ'
Nehsan got ku çawa DAÎŞ têk çû, wê car din dewleta Tirk jî têk biçe û wiha axivî: "Ew hêza hov û tarî li ser tevahî cîhanê bi destê şervanên me têk çûn. Ew jî dewleta Tirk piştgirê wan çeteyan bû. Îro em cardin dibînin ku li Kobanê çeteyên Dewleta Tirk çawa têk çûbûn, dîsa bi destê şervanên me têk diçin. Ew şervanên me yên dil bi agir çeteyên dewleta Tirk têk birin. Dewleta Tirk û hevalbendên wê, dixwazin di nava gelê me de fitneyan çêkin. Erdogan dibêje 'em ê Kurdan bi tevî çeka wan binax bikin, lê ew ê ji wan re wek xeyal bimîne. Em ê weke dayîk heta dawî berxwe bidin. Em ê ji 7 salî heta 70'ê salî li ber xwe bidin, bênavbermtêbikoş in û dagirkeriyê têk bibin.”