BI DÎMEN

Ji bo şehîdên ragihandina azad û 3 şervanan merasîm hate lidarxistin

Xelkê Qamişloyê ji bo 2 rojnamevan û 3 şervanên di êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, merasîmeke girseyî lidar xist.

Ji bo rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên 19'ê Kanûna 2024'an li Bendava Tişrînê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûn û endamê QSD'ê Diyar Qamişlo, endama YPJ'ê Avzem Çiya û endamê hêzên Komandos Lûqman El Xemîs ên 2'ê Çileya 2025'an li Bendava Tişrînê şehîd bûn, li Şehîdgeha Şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişloyê merasîmek hate lidarxistin.

Di merasîmê de bi hezaran kes ji şêniyên herêmê, rojnamevan, sazî û dezgehên çapemeniyê, hêzên leşkerî, saziyên civaka sivîl û Kongreya Îslama Demokratîk amade bûn.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê li ser giyanê cangoriyên azadiyê destpê kir. Li ser navê Meclisa Malbarên Şehîdan Şemsîxan Gulo axivî û anî ziman ku ew xwîna şehîdên xwe li erdê nahêlin û got: “Dema mijar dibe şehîd ziman lal dibe, ji ber ku nirxê şehadetê ne kêm e û mirov nikare bi axaftinê wateya wê bide. Em ê li hember faşîzmê serî hildin û tola şehîdên xwe hildin.” 

Bi navê Hêzên Leşkerî Nezîr Sofî axivî û got, “Em sersaxiyê ji tevahî gelê Kurd re dixwazin. Şehîd ew in ên ku ji tunebûnê hebûn çêkirin û em di hizûra şehîdên xwe de dibêjin em her tim şopdarê rêya we ne û em gavek bi paş na avêjin. Divê em têkoşîna şehîdên xwe mezin bikin. Em soza xwe nû dikin û dibêjin em ê deyndarê gel, dayik û şehîdên xwe bin heta em tola şehîdên xwe hildin.”

Bi navê Yekîtiya Ragihandina Azad Ekrem Berekat diyar kir ku êşa ji ber şehadeta hevalên wan wê di dilê wan de bibe hêrs li dijî dijminê hov û got, "Ev 14 sal in gelê me bê navber têkoşînê dide meşandin. Me bi hezaran şehîd oxir kirin û bi rojane şehîdên me tên oxirkirin. Em wek ragihandina azad erkê me yê sereke ew e ku em bibin berdevkê civaka xwe. Em vê yekê bi raya giştî re parve dikin û dibêjin ku bedêlê wê çi bibe bila bibe em ê vê xetê bi ser bixin. Ji rojnemevanên ku xeta sîxurtiyê ya dewleta Tirk a dagirker eşkere kir Şehîd Cîhan Bilgîn û Nazim Daştan e. Em ji Şehîd Cîhan re dibêjin kamêreya te wê li erdê nemîne û wê her dem dîmenê rastiyê li ser werin parvekirin. Em ji Şehîd Nazim Deştan re dibêjin wê pênûsa te li erdê nemîne û em ê her dem li pey şopa rastiyê bin û derewan eşkere bikin.” 

Bi navê Kongreya Îslama Demokratîk Mela Elî Zaxuranî jî ragihand ku di hemû pîvanên Îslamê de hovîtiya dewleta Tirk li dijî ola Îslamê ye û got: “Şehîd ew zindiyên rast in û divê em her tim bi wan ser bilind bin. Her wiha divê xwîna şehîdên me li erdê nemîne û bi berxwedanî em daxwazên wan pêk bînin.”

Wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatê wan hat kirin. Wesîqeyê şehîd Nazim Daştan û Cîhan Bilgîn jî radestî hevrêyên şehîdan hat kirin. 

Di dawiya merasîmê de de cenazeyê Şehîd Diyar Qamişlo, Şehîd Avzam Çiya û Şehîd Lûqman El Xemîs bi tilîliyên dayikan ber bi axa pîroz ve veşartin.

Malbatên Şehîd Nazim Daştan û Cîhan Bilgîn ji bo cenazeyên şehîdan werbigrin serlêdan hatiye kirin û tê payîn ku cenazeyê Şehîd Nazim Daştan û Cîhan Bilgîn ber bi Bakurê Kurdistanê ve were rê kirin.