Cenazeyê 3 şehîdan li Helebê hatin veşartin

Cenazeyê şervanên YPG’ê Tolhildan Egîd, Elî Çîçek û şervanê QSD’ê Can Efrîn li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hatin veşartin.

Cenazeyê şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Tolhildan Egîd (Elî Hebeş) û Elî Çîçek (Mihemed Hisên) û şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Can Efrîn (Mahir Omer) ên ku di berxwedana Bendava Tişrînê ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, li Gotistana Şehîdên Berxwedana Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin veşartin.

Di merasîmê de rêveberê Hêzên Parastina Civakê (HPC) Fehmî Hemdî berxwedana şervanan a li Bendava Tişrînê silav kir û got: "Şervanên me canên xwe feda kirin, ne tenê ji bo Kurdan lê ji bo tevahî mirovahiyê."

Rêveberê Meclîsa Leşkerî ya Helebê Şahîn Heleb diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi armanca qirkirina Kurdan in, lê gelê herêmê dê bi hêzeke xurt wan êrîşan têk bibe.

Birayê Şehîd Can Efrîn, Ferhad Omer jî axivî û got: "Em bi saya hêzên xwe yên ku di tunelan de ji bo me şer dikin, li vir in. Divê em piştgiriya şervanên xwe bikin û li kêleka wan bin."

Di dawiya merasîman de wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.