BI DÎMEN

Jinên Kobanê piştgiriya gelê Bakur silav kir

Jinên Kobanê diyar kirin ku ew ê heta dawiyê li ser axa xwe bibin û di sala 2014`an de bi hev re çawa DAÎŞ têk birin, ew ê dagirkeriyê jî bi hev re têk bibin.

Ji xelkê Kobanê ji bo piştgiriya gelê Bakur silav bikin, di 7`ê Çileyê de daxuyaniyek li ser sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê de dan. Di têkildarî vê yekê de jinên ku tevlî daxuyaniyê bûn ji ANF`ê re axivin.

Ji gelê Kobanê Wehîde Silêman berxwedaniya ku niha gelê Bakurê Kurdistanê dimeşîne silav kir û got: "gelê me yê Bakur dema li ser Kobanê êrîş çêdibûn ji zarokan heta bi ixtiyaran ji bo Kobanê bûn seferber. Niha careke din em dibînin ku gelê me li hemberî êrîşên dagirkeriyê dîsa rabûne. Em vê berxwedanê silav dikin."

`EM DEV JI BERXWEDANÊ BER NADIN`

Wehîde Silêman got îro dîsa çeteyên dewleta Tirk êrîş dikin û gelê me dîsa jî li piştgiriya me dike û wiha axivî: "em li vir hemberî her cure tundî serî hildidin. Gelê me yê Bakur carekê din em bernedan û xwedî li gelê xwe yê Rojava derket. Gelê me yê li Bakur demê ku çalakiyan dikin, ji aliyê dagirkeran ve hedef tên girtin û tên binçavkirin. Em wek gelê Kobanê vê berxwedanê ji dil silav dikin û em ê qet dev ji vê berxwedanê ber nedin."

Endama Komîteya Navendî ya Partiya Demokratê Kurdên Sûriyeyê Gulistan Etê jî berxwedana gelê Bakur silav kir û wiha pê de çû: "em jî weke partiyên siyasî spasiya gelê xwe dikin. Dema êrîşa DAÎŞ'ê yê li ser Kobanê çêbû, gelê me dîsa li ber xwe dabû. Em dibêjin me bi hev re çawa DAÎŞ têk bir, em ê dagirkeran jî bi hev re têk bibin. Em ê dahola azadiyê li her derê lêdin. Em tu carî dev ji axa xwe ber nadin. Em ê heta dawiyê xwedî li axa xwe derkevin."