BI DÎMEN

Gel li ser Bendava Tişrînê daxuyanî da: Em ê heta dawiyê bi hêzên xwe re bin

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li gel êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê xwe gihandin Bendava Tişrînê ku rê li ber karesateke mirovî bigirin, bi daxuyaniyeke çapemeniyê gotin, "Em ê heta dawiyê bi hêzên xwe re bin."

Rêxistina Kongra Star a Kantona Firatê ku duh li gel hezaran kesan bi armanca parastina Bendava Tişrînê çûbûn herêmê, îro li ser bendavê daxuyaniyek da çapemeniyê. 

Daxuyaniya ku bi armanca salvegera komkujiya Parîsê ya yekemîn (9 Çile 2013) û şermezarkirina komkujiyên dewleta Tirk hat dayîn, ji aliyê Endama Kordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê  Peyman Eloş ve hat xwendin.

Peyman Eloş bibîr xist ku 9’ê Çileya 2013’an li paytexta Fransa Parîsê 3 jinên pêşeng (Sakîna Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez) hatine qetilkirin û got: “12 sal derbas bûn, lê hîn kujer nehatine darizandin. Heval Sakîne tevahî jiyana xwe li ser xeta têkoşîn û berxwedana ji bo mirovahiyê borandiye. Ev têkoşîna wê bûye malê malê hemû mirovahiyê. Têkoşîna jinên pêşeng îro li tevahiya Kurdistan û Rojhilata Navîn belav bûye.” 

Peyman Eloş da zanîn ku heman zîhniyeta mêrsalar, li bajarê Silopiya ya Bakûrê Kurdistanê 3 jinên pêşeng (Fatma Uyar, Sêvê Demîr û Pakîze Nayir), dîsa li Parîsê Emîne Kara (Evîn Goyî), Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil bi destê MÎT’ê qetil kirine.

Peymanê anî ziman ku ji destpêka Şoreşa 19’ê Tîrmehê (2012) ve jî gelên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê bi komkujiyan re rû bi rû maye û wiha dom kir: “Herî dawiyê gelên herêmê bi hemû pêkhateyên xwe ve, wekî zarok, jin heta temen mezinan ji parastina Bendava Tişrînê bi dirûşmeya ‘em ê av û axa xwe biparêzin’ çalakî li dar xist. Lê zîhniyeta faşîst careke din ew bombebaran kirin û komkujî pêk anî.”

Peyman Eloş êriş û komkujî bi tunî şermezar kirin û got: “Berxwedana ku îro li Bendava Tişrîn û Pira Qereqozax tê meşandin, encama têkoşîn û berxwedana salên dirêj e. Heta em axa xwe rizgar bikin û faşîzmê têk bibin, em ê li kêleka hêzên xwe yên parastinê cîh bigirin, tola şehîdên xwe hilînin.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bidawî bû.