TCŞ'ê şehîdê xwe Azad Ferhan Mihemed bi bîr anî
Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) endamê xwe Azad Ferhan Mihemed ku di êrişa dewleta Tirk a li Tişrînê şehîd bû bi daxuyaniyekê bi bîr anîn.
Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) endamê xwe Azad Ferhan Mihemed ku di êrişa dewleta Tirk a li Tişrînê şehîd bû bi daxuyaniyekê bi bîr anîn.
Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê (TCŞ) têkildarî şehadeta endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kobanê Azad Ferhan Mihamed daxuyaniyek da.
Daxuyanî bi vi rengî ye:
“Weke ku tê zanîn duh danê sibê bi hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo rawestandina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ber bi bendava Tişrînê ve ketin rê. Dewleta Tirk a dagirker ku nikarîbû berxwedan û têkoşîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tahamûl bike û ji bo ku gel negihêje bendava Tişrînê bi balafirên bêmirov êrîşî gel kir. Di encamê de endamê me yê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kobanê Azad Ferhan Mihamed jî di nav de 5 kes şehîd bûn. 15 kes jî birîndar bûn.
Di serî de em êrîşa hovane û tirsonek a dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin, hemû hevalên xwe yên şehîd bi bîr tînin û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin.
Rêhevalê me Azad Ferhan Mihamed, bi salan li herêma Kobanê bi ked û fedakariyekî mezin di nava xebatê me yê ciwanan de cih girtiye. Rêhevalê me ku di Komîteya Erka Xweparastinê de cîh digirt, pêşengtiya vê pêvajoya ku gel bi tevahî têkoşîna Şerê Gel a Şoreşgerî dimeşîne kir. Ji bo parastina bajarê Kobanê û gel her di nav xebatên parastinê de aktîf cîhê xwe girt. Bi ruh û dînamîzma ciwantiyê tevgeriya û hemû rêhevalên li dora xwe jî kişand ser vê xetê..
Rêheval Azad ku li hemberî êrîşên dijmin ti carî paşde gav navêt û her tim bi hêrs û kîneke mezin li hemberî dijmin radiwestiya, duh jî bi heman ruh û îradeyê, dema ku gel ber bi Tişreyê ve diherike, beşdarî vê meşê bû. Mixabin rêhevalê me dema ku di meşê de bû di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de tevlî kervana şehîdan dibe.
Weke Tevgera Ciwanên Şoreşger em xemgîniya xwe ya ji ber vê rewşê tînin ziman. Lê em jî dizanin ku divê ev xemgînî veguhere hêrs û hesta tolhildanê û em soz didin ku li ser vê bingehê tevbigerin. Dewleta Tirk a dagirker bi ruh û pêşengiya ciwanên APO’yi wê ti carî nikaribe bi destên xwe yên qirêj direjê Şoreşa Rojava ya ku bi xwiyna hezaran şehîd hatiye avakirin, bike. Ew destê dirêjkirî teqez wê bi cesaret û berxwedana bi hezaran rêhevalên me yên ciwan ên ku bi ruhê Azad’an dijîn wê were şikandin.
Li ser vê bingehê em bang li hemû ciwanên Kurd, Ereb, Asûrî, Ermenî û Tirkmen ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Îro roja têkoşîn û parastina şehîdan û nirxên hatine afirandin e. Îro roja parastina destkeftiyên ku Rêber APO bi fikir, felsefe, berxwedan û keda xwe afirandiye ye.
Bila xwîna Azad’an erdê nemîne. Divê em hemû bi rihê Azad’an biherikin li bendava Tişrînê. Em xeyalên rêheval Azad pêk bînin û rê nedin êrîşên dagirkeriyê. Tenê bi vî awayî em dikarin layiqî her pênc şehîdên xwe bin û bigihijin armancên wan."