FEDA û DAKB’ê daxuyaniyeke hevpar dan û di daxuyaniyê de ev yek hate gotin: ‘’PKK’ya ku di sala 1978’an de rizgariya neteweyî di têkoşîna çekdarî de didît, îro ji bo pêkhatina Aşitî û Civaka Demokratîk biryara bêdengkirina çekan daye.’’
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku biryarên PKK’ê li ser navê aşitî û pêşeroja gelan a hevpar dîrokî ne û mizginiya pêşerojeke bihêvî didin û ev yek hatin gotin: ‘’Em weke civaka Elewî û bawermendên Rêya Heq, beriya her tiştî dixwazin diyar bikin ku li gel girîngiya ku em didin aşitî û xwişk-biratiyê, em van biryarên kongreyê jî gelekî girîng dibînin. Tevahiya dîrokê me li şûna kuştin û mirinê jiyan û li şûna şer û pevçûnan jî lihevkirin esas girtiye û parastina wê dikin ku aşitiyê bes di çarçoveya bêdengbûna çekan de jî pênase nakin. Li gel nêzkatiya xurtbûna hêviya aşitiyê weke FEDA’yê em ê bi bawerî û biryardarî li ser vê xetê meşa xwe bidomînin.’’
FEDA û DAKB’ê di daxuyaniya xwe ya hevpar de her du kadroyên PKK’ê yên pêşeng Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn jî ku di kongreyê de şehadeta wan hate ragihandin, bi bîr anîn û Alî Haydar Kaytan weke ‘’zanayekî stratejî û wêjeyê’’ û Riza Altûn jî weke ‘’lehengê romana vejînê’’ pênase kirin.
Di dewama daxuyaniyê de ev yek hatin gotin: ‘’Pêşengên weke Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ne tenê di têkoşînê de di aşitiyê de jî rê nîşanî gelên xwe dane. Wêrektiya wan wê di hemû têkoşînên ji bo xwişk-biratiyê gelan û pêşeroja hevpar de tim rênîşander bin.’’
Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû: ‘’12’emîn Kongreya PKK’ê ne tenê weke muhasebeya paşerojê di heman demê de weke pêngaveke ber bi pêşrojê ve derbasî dîrokê bû. Ev pêngav wê xwiş-biratiya gelan xurt bike û helbestên azadiyê veguherîne awazên aşitiyê. Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn weke sembolên vê aşitiyê di bîra me de weke nemiran cihê xwe girtin û tevlî karwanê şehîdan bûn.
Weke FEDA’yê ji bo saxkirina êş û kulên paşerojê û ronîkirina pêşerojê ya bi aşitiyê re em bi biryartir û bawertir in. Aşitî; tê wateya bidestxistin û nêzîkbûna cîhana ku şehîdan xeyala wê dikir. Di şexsê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn de hemû şehîdên azadiyê bi minetdarî, hesret û rêzdarî bi bîr tînin û li hemberî bîranînên wan bejna xwe ditewînin.’’