Navê sivîlên li Tişrîn û Kobanê şehîd bûn hate eşkerekirin
Navê 5 sivîlên li Tişrînê û gundê Girkê yê Kobanê di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn hate eşkerekirin.
Navê 5 sivîlên li Tişrînê û gundê Girkê yê Kobanê di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn hate eşkerekirin.
Di daxuyaniya Komîteya Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de navê mirovên di êrîşên 8'ê Çileyê de şehîd bûn, hate eşkerekirin.
Li gorî daxuyaniyê, di êrîşa li ser konvoya li ser rêya Bendava Tişrînê de Zozan Hemo, Kerem Ehmed El Şihab El Hemed (Ji rêveberên Civata Jinê ya Zenûbiyayê) û Azad Ferhan Mihemed Hesan (Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê) şehîd bûn.
Li gundê Girkê jî Mistefa Ebdî û Elî Şaşo şehîd bûn.