BI DÎMEN

Rêwiyên Tişrînê li ser bendavê dest bi nobetê kirin

Bi hezaran kesên ku tevî êrîşên rasterast ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî ji bo parastina Bendava Tişrînê hatin, bi israr û wêrekî li ser bendavê nobeta şevê dan destpêkirin.

Gelê ku ji Kantonên Tebqa, Reqa û Cizirê ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk a dagiker û piştgirîdayîna şervanên QSD’ê çûn Bendava Tşrînê, dest bi nobetê kirin.

Gelê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî ve rasterast bi çekên giran û balafirên bêmirov a bi çek hatin hedefgirtin, tevî şehîd û birîndarên xwe, gihiştin Bendava Tişrînê û piştî daxuyaniya li vir dest bi nobetê kirin.

Bi hezaran kes bi israr û wêrekiyekî mezin nobetê digrin.