BI DÎMEN

Li Eyn Îsa û Tebqayê qadên xizmetguzariyê tên topbarankirin

Dewleta Tirk a dagirker li Eyn Îsayê depoya genimê, li Tebqayê depoyên genimê û stasyona elektirîkê topbaran kir, stasyona elektirîkê ji xizmetê derket.

Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker depoyên genim û stasyona kehrebê li bajarê Curniyê yê kantona Tebqayê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de stasyona elektrîkê ji xizmetê derket û elektrîk li ser welatiyan qut bû.

Her wiha gate ragihandin ku di van kêliyan de dewleta Tirk a dagirker bi awayekî dijwar herêma rojhilatê bajarê Eyn Îsayê, bi taybet depoyên genim ên li gundê Mişêrfê ku 3 kîlomtre ji bajêr ve dûr e, topbaran dikin. Agahiyên zêdetir bidest neketin.