Berxwedana gel a li Tişrînê di roja 2’emîn de ye
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker berê xwe dan Bendava Tişrînê. Berxwedan gelan di roja duyemîn de bi morelekî mezin dewam dike.
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker berê xwe dan Bendava Tişrînê. Berxwedan gelan di roja duyemîn de bi morelekî mezin dewam dike.
Êrîşên dewleta Tirk a li ser Tişrîn û Qereqozaxê ku di 8’ê Kanûnê de da destpêkirin, 32 roj in bêyî navber dewam dike. Ji ber êrîşan Bendava Tişrînê li ber hilweşînê ye. Tevî daxuyaniyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriye û bi dehan saziyan jî ne êrîşên dewleta Tirk rawestiyan ne jî ji raya giştî ya navneteweyî helwestekî cidî pêş ket.
Berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi însiyatîfa xwe di 8’ê Çileyê de berê xwe dan Bendava Tişrînê dewam dike. Gelê ku ji 7 heta 70 salî beşdarî nobetê bûye, bi dirûşme û gerandina govendê hêzê didin berxwedana Tişrînê. Gel di dema gerandina govendê de alên QSD’ê hildigirin û dirûşmeya “Bijî Berxwedana QSD” berz dikin.