Li dijî dagirkeran çalakiya sabotajê: 3 wesait û yên tê de hatin îmhakirin

Berxwedaniya QSD’ê ya li  dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê kete roja 15’an. QSD şevê dî bersiveke xurt da êrîşên bi obûs û balafiran, 3 wesayit rûxandin û gelek leşker û çete hatin kuştin.

Êrîşên dagiker ên dewleta Tirk û çeteyên bi ser wê ve OSO/El Qaîde yên bi ser Efrînê de kete roja 15’an. Bi şev êrîşên bi obûs û balafiran dom kirin, her wiha Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê jî li gelek deveran derbên giran li hêzên dagirker xistin. Şevê dî li gelek êrîşên hewayî bi ser Raco û Cindirêsê û gundên wê de çêbûn.

ENIYA ŞERA

Li Şerayê helîkoptêrên artêşa Tirk a dagirker gundê Şîltahte û derdora wê bombe kirin. Her wiha dagirkeran bi tangan êrîş bi ser Dîkmeta, Dêrsuwan û gundê Baflonê de birin.

Li gundê Qestel Cindo û Girê Qestelê şervanên QSD’ê bi çekên giran bersiv dane artêşa Tirk û çeteyen wê.

Li Medana û gundên derdora wê hêzên dagirker û çeteyên xwestin bi pêş ve biçin, şervanên QSD’ê ew asteng kirin.

ENIYA EZAZÊ

Li eniya Ezazê jî şervanan bi ser Ezazê de bi çekên giran çalakiyek pêk anîn û gelek çete hatin kuştin.

ENIYA BILBILÊ

Yek ji wan deverên ku şerê giran lê dibe gundên Sarincikê û Şêxurzê yên Bilbilê ne, dagirkeran bi helîkoptêran li gund reşandin.

ENIYA CINDIRÊSÊ

Artêşa Tirk a dagirker bi obûsan  li Cindirêsê û gundên wê  xist. Şervanên QSD’ê bersiv dan, bi kêmanî çeteyek hate kuştin.

ENIYA MABETA

Li Mabetayê derengiya şevê êrîşek bi ser hêzên QSD’ê de hat. Mewziyeke çeteyan hate îmhakirin û gelek çete û leşkerên Tirk hatin kuştin. Li gundê Xelîl j îli dijî artêşa Tirk û çeteyên wê çalakiya sabotajê hate kirin, du wesayitên zirxî li gel çeteyên ku tê de bûn hate îmhakirin.

Dagirkeran bi obûsan êrîş bi ser gundê Bircikê ya Şerawa de anîn.