Di roja 15’emîn a Berxwedana Serdemê de çi qewimîn?

Me ji bo we bûyerên roja 15’emîn a Berxwedana Serdemê ya li Efrînê, têkoşina QSD’ê ya li hember artêşa Tirk û çeteyên wê berhev kirin.

Şervanên Hezên Surîya Demokratîk QSD’ê di roja 15’emîn de jî rê neda dagirkeran. Darbe li ser darbeyan li çeteyên AKP-El Qaîdê-DAİŞ’ê dann. Artêşa Tirk û çeteyên wê tevahiya rojê ji bejahî û hewayê êrîşî Efrîn û navçeyên wê kirin. Şervanên QSD’ê bi ruhê Berxwedana Serdemê bersiv dan êrîşan.

Şervanên QSD’ê li navçeyên Efrînê Raco û Bilbilê herkê tankek tinekirin û li êniyên din ên berxwedanê jî darbên giran li çeteyan dan.

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê jî wê sibe meşa ber bi Efrînê bide destpêkirin. Ev meş wê bi tevlîbûna gelê Rojava, Bakûrê Sûrî û Helebê li hember êrîşên dagirker pêk were.

Di roja 15’emîn de ev pêk hatin:

CINDIRÊSÊ

DUh bi şev dewleta dagirker û tevgerên girêdayî El Qaîdê xwestin li gundên Akşan Xerbî, Hemam û çiyayê Birqeder bipêş bikevin. Ev hewldan li hezên QSD’ê terpilî û miriyên komên çeteyan çêbûn. Piştî ku hêzên dagirker encam ne girtin, balafirên şer herêm da ber bombeyan.

Wekî din Goristana Şehîd Şeydo ya li Cindirêsê ji aliyê hêzên dagirker ve hate bombedûmankirin.

ŞERA

Îro derdora saet 12’an wesaîteke artêşa Tirk a li ser xeta sînor bû hedefa şervanên QSD’ê u wesaît bi giştî hilweşiya.

Şervanên YPJ’ê jî îro derdora 13’an tenqeke dewleta Tirk a dagirker tine kir. Operasyon herwiha bi dîmenan hate belgekirin.

RACO

Dewleta Tirk a dagirker doh derdora saet 17’an bi çekên giran êrîşî Raco kir. Cela, Canka, Ceqmaqa û Girê Bêla doh derdora 20’an bi balafirên şer dîsa hatin bombedûmankirin.

QSD’ê tenqeke din a artêşa deleta Tirk tine kir. Dîmenê tenqa li RAcoyê tê tinekirin hate weşandin.

Îro seat 11’an hezên dagirker û komên çeteyan ên pê ve girêdayî bi topan êrîşî herêma Raco kirin.

Îro ji danê sibê heta niha dewleta dagirker a Tirk xwest li herêma Kevirê Ker bipêş bikeve. Şervanên QSD’ê bersiv dane vê hewldanê û li herêmê şer derketin. Di dema şer de dewleta Tirk herêm da ber topan.

GIRÊ SPÎ

Duh êvarî komeke çeteyan a girêdayî dewleta Tirk xwest derbasî bajarê Girê Spî bibe. Ev hewldan jî rastî bersiva şervanên QSD’ê hat. Di encama şer de hewldan pûç bû û 4 çeta hatin kuştin. Çeteyên din jî ber bi sînorê Tirkiyê ve reviyan.

BILBILÊ

Li gundê Elî Kera yê girêdayî navçeya Efrîn Bilbilê di navbera hêzên dewleta Tirk a faşîst û şervanên Hêzên Sûriyê yên Demokratîk de şerê dijwar qewimîn.

ŞIYÊ

Hêzên dewleta dagirker a Tirkiyê cihên sivîl lê dimînin hê jî dixe hedefa êrîşên xwe.

Li gorî agahiyên hatine girtin hêzên dagirker ên Tirk gundê Hec Husna yê girêdayî navçeya Şiyê bi katyuşan daye ber bombeyan.

ŞERA

Wesaîteke din a artêşa Tirk hate îmhakirin. Li navçeya Şera kepçeyeke bi zirx a çeper dikola ji aliyê şervanên QSD’ê hate ruxandin.

YPJ’Ê DÎMENÊ TENQA TINE KIR WEŞAND

Navenda çapemeniya YPJ’ê dîmenên ku tê de tenqa dewleta Tirk gundê Heftaro ji aliyê YPJ’ê ve tê tinekirin, weşandin.

Di dîmenan de ruxandina tenqeqê û yeke ku derb xariye tên xuyakrîn.

JI BO ŞERHÎDÊN EFRÎNÊ MERASÎMA BIHEYBET

Egîd Şêxo (Demhat), Ehmed Osî (Ronî Efrîn), Xebat Bilal (Xebat Heleb), Ehmed Bîlal (Egîd Gîvara), Şêrvan Îbîş (Şêrvan), Ehmed Casim (Ehmed), Ebûzor (Hesen), Ronî Ebdo (Ronî), Şiyar Hebeş (Şiyar), Mistefa Qedûr (Mistefa), Munzir Mistefa (Munzir), Ehmed Hemo (Ehmed), Basil Qerehesen (Basil), Mistefa Mistefa, Elî Hembaşo (Elî), Mihemed Mihemed (Mihemed) û 5 sivîlên ku di Berxwedana Serdemê de şehîd ketin bi merasîmeke mezin hatin binaxkirin.

150 SIVÎL HATIN KUŞTIN Û ZÊDEYÎ 298’AN BIRÎNDAR IN

Meclîsa tenduristiyê ya Kantona Efrînê li nexweşxaneyên navçe û navendê lêkolîn pêk anîn. Hevserokê meclîsa tendrûstiyê Ancela Reşo derbarê bîlançoya 14 rojên dawî agahî da.

Ancela Reşo da zanîn ku 150 sivîl hatine qetilkirin û zêdeyî 298’an birîndar bûn û got: „Li Efrînê sivîl bi balafir û topan têne kuştin. Banga min ji saziyên navnetewî re ye. Ber werin sûcê şer li vir bixwe bibînin.“

BAYÎK: DIXWAZIN SÛRIYE DAGIR Û PARÇE BIKIN

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ê di bernameya Ronahî TV de axivî got: “Erdogan û Baxçelî kevneşopiya qetilker û faşîst a Îttihat û Teraqî didomînin. “

Bayîk bang li hemû gelan kir ku têkoşînê xurt û bilind bikin got: “Hemû çekên li Efrînê tên bikaranîn çekên NATO’yê ne. Tankên Elman gelê Efrînê qetil dike. Bahçelî dibêje; hemû gelên li Efrînê li ber xwe didin divê bên qetilkirin. Ji xwe berê ev siyaset li Sûr, Cizîr û her deverên Bakurê Kurdistanê pêk anîbûn.”

Bayîk bibîr xist ku komên çete yên dewleta Tirk hevkariya wan dikin ji Til Afer, Dêra Zor û Reqayê kom kirin, niha li dijî Efrînê didin şerkirin, ti têkiliya van çetan bi Sûriyeyê re nîne, berovajî dixwazin Sûriye dagir û parçe bikin.

TEV DEM: GELÊ EFÎRNÊ NE BI TENÊ YE

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV DEM) ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê ya ku 15 roj in li dijî dagirkeriyê didome, bi beşdariya gelên Rojava, Bakurê Sûriyeyê û Helebê meşeke ber bi Efrînê ve dide destpêkirin.

TEV DEM a têkildarî mijarê îro daxuyaniyek da wiha got: “Gelê Efrînê ne bi tenê ye. Divê berê gelê me yên Rojava, Bakurê Sûriye û Helebê veger Efrînê. Em bang dikin ku 4’ê Sibatê gelê mey ê Rojava û Bakurê Sûriye bi awayekî xurt tevlî meşa ber bi Efrînê ve bibin.”

QSD: EM Ê JI HEMÛ NUQTEYAN HÊZÊN DAGIRKER PAQIJ BIKIN

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Fermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk a Efrînê ve hate dayîn, hate diyarkirin ku artêşa Tirk a dagirker çekên qedexekirî bikar tîne, sivîlan qetil dike û tevî vê yek gav jî bi pêş ve nehatiye.

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Em ê hêzên dagirker ên ku li her nuqteya sînor bi cih bûne paqij bikin.”