Ji bo Efrînê li Rojava,Bakurê Sûriyê meşa dîrokî

Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi daxuyaniyekî nivîskî bal kişand  ser berxwedana destanî ya li Efrînê û ji bo meşa 4’ê Sibatê ya ber bi Efrînê ve banga tevlîbûnê kir.

Desteya Rêveber a TEV-DEM′ê bi daxuyaniyeke nivîskî  bal kişand ser berxwedana destanî û bi heybet a gelê Efrînê û banga tevlîbûna meşa 4′ê Sibatê ya ber bi Efrînê ve li gelê Rojava-Bakurê Sûriyê kir.

Daxuyaniya TEV-DEM’ê wiha ye;

'ÇEKÊN QEDEXEKIRÎ TÊ BIKARANÎN'

″Li Efrînê li dijî êrîş û komkujiyên artêşa dagirker a Tirk ku dijminê gelan e berxwedana destanî bi hemû heybeta xwe berdewam dike. Erdoganê faşîst û hikûmeta AKP’ê bi Artêşa Azad ya sextekar, dizek û talanker re ku ji çeteyên DAÎŞ û El-Qaîde yên berhevkirî pêk tê li ser gelê Kurd, Ereb û Xiristiyanan komkujiyan dike. Artêşa dagirker a Tirk polîtîkayên împaratoriya Osmanî yên xwe belave dike û dijminantiya xwe ya li dijî gelan li ber çavên dinyayê pêk tîne. Ji zarokên 7 salî bigirin heta dayîkên ixtiyar li ser gelê sivîl çekên ku di qada navneteweyî de hatine qedexekirin bi kar tîne. Gelê Kurd, Ereb, Xiristiyan, Çerkez,

Çeçen û Tirkmen baş dizanin ku dewleta dagirker a Tirk vê wêrekiyê ji Rûsya û hêzên koalîsyonê digire. Artêşa dagirker a Tirk di encama piştgiriya vekirî ya Rûsyayê û durûtiya hêzên koalîsyonê de êrîş dibe ser keç û kurên gelê Kurd ku ji bo rûmeta hemû mirovahiyê li hemberî çeteyên DAÎŞ û El-Nûsrayê têdikoşiyan. Em bangî raya giştî ya navneteweyî, mirovahiyê, hemû hêzên demokratîk, kesên xwedî wijdan, endamên çapemeniyê yên xwedî namûs û durist dikin ku li dijî vê hovîtiyê bihîstyar bin, piştgiriyê bidin berxwedana bi rûmet a gelên li Efrînê û li dijî komkujiyên artêşa dagirker a Tirk bisekinin.

'BI 4'Ê SIBATÊ DE WÊ HERKES BERÊ XWE BIDE EFRÎNÊ'

Artêşa dagirker a Tirk ku dijminê gelan e, ew ê tu caran li Efrînê bi ser nekeve. Gelên li Efrînê û hemû gelên li Sûriyê bi berxwedaniya xwe ya bi wêrek û biryardarî tekez ew ê hêzên dagirkeriyê bişkîne û ji ser vê xakê bavêjin. Ev berxwedana mûhteşem ya 15 rojan, ji niha ve encama ev şerê zor ê bi rûmet diyar kiriye. Serkeftin zû yan jî dereng ew ê ya gelên me be.

JI BO CIHANÊ Û GELAN BANG

Gelê Efrînê ne bi tenê ye. Gelên me yên li Rojava û Bakurê Sûriyê bi gelê me yê Helebê re divê berê xwe bidin Efrînê. Em bang dikin ku di 4’ê Sibatê de hemû gelên me yên li Rojava û Bakurê Sûriyê bi awayekî xurt tevlî meşa ber bi Efrînê ve bibin.″