QSD: Em ê dagirkeran ji hemû niqteyên ku ketinê paqij bikin
Fermandariya QSD’ê ya Efrînê derbarê êrîş û şerê 15 rojan daxuyanî da û got, hêzên dagirker li gel hemû teknîka pêşketî jî nekarîne ku bi pêş ve biçin.
Fermandariya QSD’ê ya Efrînê derbarê êrîş û şerê 15 rojan daxuyanî da û got, hêzên dagirker li gel hemû teknîka pêşketî jî nekarîne ku bi pêş ve biçin.
Fermandariya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) girêdayî êrîşa dagirkeriya Tirkiyeyê ku derbasî roja 15’emîn bûye daxuyaniyek da û diyar kir ku şervan û welatiyên Efrînê li hemberî hemû teknolojiya artêşa dagirker berxwedaneke bêhempa didin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku hemû gundên ku artêşa Tirk derbasî wan bûye wê paqij bikin.
Daxuyanya QSD’ê wiha ye:
“Berxwedana hêzên me yên li dijî artêşa dagirker a Tirkiyeyê û terorîstên El-Qaîdê derbasî roja xwe ya 15’emîn bûye û bi giştî cîhan li hemberî berxwedan û lehengiya şervanên me şahid e ku li hemberî teknolojiya leşkerî ya dewleta Tirk û terorîstên wê li ber xwe didin. Ev yek moralên şervanan di berxwedanê de hê jî zêdetir dike û her çiqas buhaya berxwedanê giran be jî wê parastina ax û gelê xwe bikin.
Me ji roja destpêkê ya êrîşê ve diyar kir ku berxwedana me li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê rewa ye û heta giştî axa me tê paqijkirin em ranawestin. Axa welat niha bi xwîna şehîdên xwe tê avdan û welatiyên herêmê li rex şervanên me dîmenekî bêhempa di berxwedanê de didin pêşandan. Tevî ku artêşa dagirker bi balefir û tangan êrîşê tîne jî, berxwedan hê jî bi lehengî berdewam e û di encama hovîtiya artêşa dagirker de bi sedan welatiyên sivîl şehîd û birîndar bûn û bi dehan şervan şehîd û birîndar bûn.
Artêşa dagirker a Tirkiyeyê hemû hêz û teknolojiya xwe ya leşkerî û çekên qedexe di êrîşa xwe de bikar tîne û tevî vê yekê li hemberî berxwedana herêma Efrînê matmayî mane û nikarin moralên şervan û gelê Efrînê bişkînin û niha derbên giran ji ber destên şervanên me dixwe û bi sedan terorîstên wê hatin kuştin û birîndarkirin. Her wiha gelek siwareyên wan ên leşkerî ji aliyê şervanên me ve hatin rûxandin.
Em ji raya giştî re eşkere dikin ku ji bo hemû xalên sînor ên bi dest dijmin ketine bêne paqijkirin em ê asta berxwedana xwe li hemberî êrîşên balefir û tangan geş bikin û giştî herêmê ji leşkerên Tirk û terorîstan paqij bikin.
Pevçûn di navbera hêzên me û artêşa dagirker a Tirkiyeyê û terorîstên girêdayî wê de li seranserî van deverên jêrîn berdewam e. Ji bo rizgarkirina van deveran em bi israr in û baweriya me bi şervanan zêde ye ku biryara fedekariya ji bo welat dane û wê hemû êrîşên dagirkeran bi can û moralên xwe yên geş bişkînin.
HERÊMÊN KU ŞER LÊ GIRAN E
Herêmên ku şer lê giran e wiha ye:
Navçeya Bilbilê: Gundên Şingêlê, Bêkê, Elîkera, Zehrê, Qurnê, Baliya, Ebûdanê, Kurdo, Qestelê
Navçeya Reco: Gundên Memala, Umera, Elbîskê, Edema
Navçeya Şiyê: Gundên Alkana û Xelîl.