TEV-DEM: Soza heta serkeftinê didin şehîdên xwe

TEV-DEM’ê bi daxuyaniyekê hovîtiya leşkerên Tirk û çeteyê wê li ser cenazeyê şervana YPJ’ê bi tundî şermezar kir û got: “Dawiya van çeteyan wê bi destê lehengên Efrînê be.”

Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî hovîtiya artêşa Tirk û çetewyên girêdayî wê ya li ser cenazeyê şervana YPJ’ê daxuyiyek da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku wê hata dawiyê ji bo serkeftinê li ber xwe bidin.

Daxuyaniya TEV-DEM’ê wiha ye:

“Helwesta Tirkiyeyê ku dijminahiya gelan dike ne tiştekî nû ye, lê belê dîroka wê vedigere destpêka damezrandina dewleta Tirkiyeyê û ji wê demê ve destdirêjî û kiryarên dermirovahî pêk tîne. Komkujiya ku li dijî Ermeniyan pêk hatiye hê jî li ber çavên her kesî ye ku bi hezaran bûn qurbaniyên fikra Osmaniyan û heta niha hewl dide hegemoniya xwe li giştî herêmê ferz bike.

Dewleta Osmanî her wiha di derheqê Ereban de jî êşkence û rêbazên qirêj ên derexlaqî dane meşandin û di encamê de Ereb li hemberî siyaseta Tirkkirinê derketin. Li dijî Kurdan jî siyaseta qirkirinê dane meşandin û bi hezaran gundên Kurdan li Bakurê Kurdistanê tine kirin.

‘FIKRA TIRKIYE Û DAIŞ’Ê HEMAN E’

Dîrok piştrast dike ku ev dewleta Tirk dijminahiya hemû gelên herêmê dike û niha jî ev yek li Sûriyeyê piştrast dibe ku li vir nimûneya hevgirtina netew, pêkhate û baweriyan tê jiyankirin. Tişta ku Tirkiye û Erdogan dixwazin ew e ku hevgirtina van pêkhateyan ji hev bixînin. Berxwedana Kobanê rûyê Tirkiyeyê yê paşperdeya dîplomasî û siyasî eşkere kir. Tişta ku çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê dikirin ne cûdayî hovîtiya artêşa Tirk a dagirker li Efrînê ye, ji ber ku di çarçoveya heman fikra reş de tevdigerin. Tirkiye nûnertiya rûyê terorê yê siyasî dike. Li Kobanê destdirêjiyên herî qirêj dikirin û niha heman destdirêjiyên qirêj li Efrînê jî pêk tînin. Herî dawî şervaneke Yekîneyên Parastina Jin bû qurbaniya fikra wan a terorî.

‘DAIŞ BALKÊ LEŞKERÎ YÊ TIRKIYEYÊ YE’

Piştî ku Rûsya rêya êrîşa li dijî Efrînê ji Tirkiyeyê re vekir û civaka navnetewî jî komkujiyên artêşa Tirk paşguh kirin, artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên terorîst ên girêdayî wê hovîtiya xwe li dijî sivîlên Efrînê zêde kirin û hemû qanûn û pîvanên navnetewî binpê kirin. Dewletên ku îdîaya parastina mafên mirovan dikin li hemberî hovîtiya Tirkiyeyê hê jî bêdeng in, tevî ku baş dizanin ku weke DAIŞ’ê li ber deverekê ya herêmekê ranaweste û wê hewl bide hegomoniya giştî herêmê bike. DAIŞ baskê leşkerî yê Tirkiyeyê li herêmê bû.

‘EV KIRYARÊN WAN ÊN DERVEYÎ MIROVAN JI TENGAVIYA WAN TÊ’

Em weke Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) em van destdirêjiyên derexlaqî yên artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên terorîst ên girêdayî wê bi tundî şermezar dikin. Ev helwesta wan a lîstina bi cenazeyê şervana YPJ’ê ti girêdaneke wê bi pîvanên mirovahiyê re tine ye.

BANG

Em bang li civaka navnetewî dikin ku li hemberî van destdirêjiyan bi rola xwe ya exlaqî rabin, nemaze ji ber ku çanda terorê ji dagirkeriyê dijwartir e û divê di vê derbarê de hesab ji Erdogan û alîgirên wî were xwestin. Şehîdên ku xwîna xwe fedayî azadiya giştî gelên herêmê kirine û parastina rûmeta welatiyên Sûriyeyê li Efrînê dikin. Em soz didin xwîna şehîdan ku em heta serkeftinê li ber xwe bidin û tola wan hilînin. Evan çeteyan dawiya xwe li ser destên lehengên Efrînê pejirandin. Em jî pêşwaziya pejirandina wan dikin .”