Li Hesekê cenazeyên 5 şehîdan hatin veşartin
Xelkê Hesekê cenazeyên 5 şehîdan li Pakrawangeha Şehîd Dijwar veşartin.
Xelkê Hesekê cenazeyên 5 şehîdan li Pakrawangeha Şehîd Dijwar veşartin.
Şervanê Hêzên Komandos Brusk Hesekê (Emar Mihemed Hisên), şervanên QSD’ê Agirî Hesekê (Mecid Ebdulqadir), Baran Hesekê (Ziyad Tariq El Ubêd), Malik Cebel (Fadî Ebas El Xalid) û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Remedan ên ku di dîrok û cihên cuda de di bersivdayîna êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bibûn, îro bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê yê bajarê Hesekê hatin spartina axê.
Merasîm ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê ve hat lidarxistin. Tevî nûnerên saziyan, partiyên siyasî û rûspiyên eşîrên Ereban bi sedan şênî beşdar bûn.
Di merasîmê de rêvebera Meclîsa Malbatên Şehîdan Fatima El Elî axivî. Fatima piştî sersaxî ji malbata şehîda re xwest, keda şehîdan a ji bo bidestxistina azadî û aştiyê anî ziman û wiha got, "Van şehîdan ji bo aştî û ewlehiya welat canê xwe feda kir. Bi şehadeta xwe wateya berxwedan û têkoşîna li hemberî êrîşên qirkirinê nîşanî cîhanê da."
Fatima bal kişand ser pirrengiya çandî ya li herêmê û ev li gotinên xwe zêde kirin, "Bajarê me tabloyeke mozaîkî ye. Divê em hevgirtî bimînin û xeta şehîdan bidomînin."
Ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Hesekê Şoreş Hesekê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha domand, "Gotin li beramberî keda şehîdan kêm in. Bedena wan li hemberî dagirkeriyê bû bendeke. Şehadeta wan jî rêya nîşaneya dilsoziya wan a bi welat re û girêdana wan bi pîvanên ku ji bo wê parastina kirine ye."
Şoreş Hesekê di dawiya axaftina xwe de soza şopandina xeta şehîdan û parastina herêmê da.
Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Gulçîn Ehmê jî wesîqeyên şehîdan xwend û da malbatên wan.
Di dawiyê de şervanan cenazeyên hevrêyên xwe hilgirtin ser milên xwe û bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.