'Em yekîtiyê xurt bikin, piştgiriyê bidin QSD'ê'

Xelkê Girkê Legê bang li her kesî kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yekîtiyê xurt bikin û piştgiriyê bidin QSD'ê.

MEŞA LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ

Li bajarê Girkê Legê yê kantona Cizîrê bi sedan kes ji bo piştgiriya bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê (Artêşa Nîştimanî) li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketina qadan.

Meş ji Çerxerêya Şehîd Xebat ve dest pê kir û li tevahî kolanên sereke geriya. Li sûka navendî meş vegerî mîtîngê. Li wir li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê Ebduselam Birces axivî û got: "QSDˋê hêza yekane li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sekinî û parastina gelê Sûriyeyê kir."

Birces bang li tevahî pêkhateyên ji Kurd, Ereb û Suryanên wê kir ku yekitiya xwe xurt bikin û piştgiriyê bidin parêzvanên xwe QSDˋê.

Meş bi diruşmên "Bijî QSDˋê" û "Em hemû bi QSDˋê re ne" bi dawî bû.