Nûnerê NY’ê yê Sûriyeyê Pedersen hat Şamê

Nûnerê Taybet ê NY’ê yê Sûriyeyê Pedersen hefteyekê piştî hilweşîna rejîma Esad, hat Şamê. Têkildarî hûrgiliyên serdanê, agahî nehatin parvekirin.

GEIR O. PEDERSEN

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyeyê Geir O. Pedersen cara yekem piştî rûxandina rejîma Beşar Esed serdana Şamê  kir. Berdevka Pedersen, Jenifer Fenton diyar kir ku Pedersen gihiştiye Şamê û wê piştre daxuyanî bide. Fenton têkildarî hevdîtinê hûrgillî parve nekirin û pirsa ‘gelo Pedersen wê bi lîderê HTŞ’ê Colanî re hevdîtin bike yan na’ bêbersiv hişt.

Pedersen ji bo ku li Sûriyeyê şerekî navxweyî yê nû çênebe, pêşniyareke berfireh kiribû. Pedersen 14’ê Kanûnê li Urdun a cîranê Sûriyeyê, beşdarî civînên têkildar rojeva Sûriyeyê bûbû.