Xelkê Şedadê cenazeyên 2 şehîdên xwe veşartin
Xelkê Şedadê yê kantona Cizîrê cenazeyên 2 şervanên QSDˋê şehîd Mihemed Nûr El Ehmed û Eymen El Serhan veşartin.
Xelkê Şedadê yê kantona Cizîrê cenazeyên 2 şervanên QSDˋê şehîd Mihemed Nûr El Ehmed û Eymen El Serhan veşartin.
Xelkê bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê, endamên sazî, komîte û malbatên şehîdan cenazeyên 2 şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Mihemed Nûr Casim El Ehmed û şehîd Eymen Xerbî El Serhan veşartin. Mihemednûr Casim El Ehmed di 9ˋê Kanûnê de dema li ser erka xwe ya li Zirganê bû, şehîd bû û Eymen El Serhan di 9ˋê Kanûnê de li Minbicê şehîd bû.
Di merasîmê de endamê Komîteya Şopandinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Xelîl axivî û got: "Em sersaxiyê ji her du malbatên şehîdan re dixwazin. Ev şehîd rûmeta me ne. Di oxira vî welatî de canê xwe da."
Di dawiyê de wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyên şehîdan bi dirûşmeyan hate veşartin.