BI DÎMEN

Cenazeyên 6 şehîdan li Kobanê hatin veşartin

Li Kobanê bi merasîmeke bi heybet cenazeyên 6 şehîdan hatin veşartin. Di merasîma şehîdan de soza şopandina rêya şehîdan û soza tolhildanê hat dayîn.

Bi hezaran welatiyên ji gelê Firatê şehîdên xwe yên Endamên HAT a girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Yekîneyên Parastina Jin û Komandosê spartin axê.

Navên şehîdên ku hatin spartina axê, wiha ne; Mistefa (Mistefa Îsa), Reşîd (Reşîd Ebdo), Bênav (Welat Ehmed), Çiya Kobanê (Ferîd Misto), Hesen (Hesen Osman) Berçem Kobanê (Zeyneb Mihemed).

Merasîma veşartina cenazeyên şehîdan bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û piştre Endama Rêveberiya Kongra Star a Bajarê Qinê Nazê Elî axivî û got: "Em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Şervanên me yên leheng wê sozê didin ku wê tu carî dijminên me derbas nebe. Em bang li gelê xwe dikin ku êdî roj roja me ye û divê em ji hemû gavan bêhtir rabin ser piyan." 

Endamê Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şêro Mustefa jî axivî û diyar kir ew ê serkeftinê bi saya van şervanan misoger bikin û got: "Divê em hemû, ji 7 salî heta bi 70’ê salî gelê xwe û welatê xwe biparêzin. Divê em li pişt hêza xwe bin. Ji bo jiyaneke aram divê em têkoşîna xwe mezintir bikin û ev rê rêya me ye û em ê ser bikevin.’’

Piştî axaftinan jî wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û ji malbatên wan re hatin radestkirin.

Cenazeyên şehîdan bi berzkirina dirûşmeyan hatin veşartin.