Şehîdên Minbic û Qereqozaxê li Reqayê hatin veşartin

Şehîdên Minbic û Qereqozaxê li Reqayê bi merasîmekê hatin veşartin.

MERASÎMA CENAZEYÊN ŞEHÎDAN

Şervanên Hêzên Komandos ên QSDˈê Ehmed Ebdulhemîd Seyah, Elî Ehmed Yûsif, Elî Ehmed Mihemed, Ehmed Tamê, endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îbrahîm Feysel Îbrahîm û şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Xalid Welîd Benşî di berxwedana li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de li kantona Minbicê û Pira Qereqozaqê şehîd bûne, îro bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîdan a li bajarokê Hikumiyê yê kantona Reqayê hatin oxirkirin.

Merasîma ku girseyeke mezin a şêniyan beşdar bûn, bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre ji fermandarên QSDˈê Welîd Ebdo axivî. Welîd Ebdo di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got "Şehîdên me  li Minbic û Pira Qereqozaqê berxwedaneke efsenewî li hemberî çeteyên dewleta Tirk a dagirker raber kir. Em soz didin şehîdên xwe ku em ê erdê xwe, gelê xwe û destekftiyên ku bi xwîna wan hatin bidestxistin biparêzin."

Bi navê şêniyên bajarê Eyn Îsayî Sebrî Nebo jî axivî û got "Bila serê malbatên şehîdan sax be. Em gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê soz didin ku em ê şopdarên xeta wan bin. Em ê terora dewleta Tirk a dagirker têk bibin ku komkujiyan li dijî sivîlan dike û hewl dide fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de derbixe."

Piştre jî wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyên şehîdan bi dirûşmên "Bi can bi xwîn em bi te re ne şehîd" spartin axê.