ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
QSD: Gelek çete hatin kuştin
Di çalakiyên şervanên QSD'ê de yên li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kirin, gelek çete hatin kuştin. -
Dagirker bombeyan li Sirîn û Tişrînê dibarînin
SÎHA'yên dewleta Tirk a dagirker bejahiya Sirînê û derdora Bendava Tirşînê bombe dikin. Ji Qamişlo, Tirbespiyê û Amûdê jî bi sedan kes ji bo parastina bendavê bi rê ketin. -
'Em ê rê nedin dagirkeriyê'
Êrişên dewleta Tirk a dagirker li pêşiya biryardariya gel a ji bo parastina Bendava Tişrînê nikare bibe asteng. Ji nobedarên Bendava Tişrînê Fewzî Hecî Xelo diyar kir ku weke gelê herêmê ew li kêleka şervanên xwe ne û rê nadin dagirkeran. -
YRJ'ê dewleta Tirk û bêdengiya navneteweyî şermezar kir
Yekîtiya Ragihandina Jinê (YRJ) êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xelkê sivîl û rojnamevanan, her wiha bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrişan şermezar kir. -
‘Rêber Apo mifteya çareseriyê nîşan dide’
Berdevka Însiyatîfa Nûn a Azadî ji bo Abdullah Ocalan Sewsen Şoman, anî ziman ku peyama ji 7 xalan pêk tê, ji bo kaos û krîza heyî bûye hêviya çareseriyê. -
Kenê wê ji ber çavên min naçe!
Şehîd Avzem Çiya dema qala israra xwe ya ji bo tevlîbûna li bendava Tişrînê dikir rûyê wê dikeniya. 20 roj di ser şehadeta wê re derbas bûn. Lê hîn jî kenê Avzem ji ber çavên min naçe. -
35 tevger û partiyên siyasî bang li NY û Yekîtiya Ereb kirin
Tevger û partiyên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kirin ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bendava Tişrînê binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye û bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekîtiya Ereb kirin ku êrîşan rawestînin. -
Berxwedana gel 9 roj li pey xwe hişt: Em ê li vir bin û bi ser bikevin
Endamê Meclîsa Edaletê ya Kantona Firatê Îbrahîm Metîn anî ziman ku ji bo rawestandina şer ew di nobedê de ne û got, "Her ku dijmin di şer de israr bike em ê jî berxwedana xwe mezin bikin. Em bi israr in, em ê li vir bin û bi ser bikevin." -
Ji Yekîtiya Ragihandina Azad li dijî êrîşan bang
Yekîtiya Ragihandina Azad bang li saziyên navneteweyî kir ku li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîl û rojnamevanan bêdeng nemînin. -
Depoya çeteyan a çek û cebilxaneyan hate îmhakirin
Hate ragihanin ku QSD’ê li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê li Bendava Tişrînê weke bersivdayînê depoyeke çeteyan ya çek û cebilxaneyan îmha kiriye. -
Koçberên ji Efrînê ji NY’ê re name şand
Koçeberên ji Efrînê, ji bo bidawîkirina êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ji NY’ê re name şand. -
Rêveberiya Xweser ji bo Bendava Tişrînê bang li saziyên navneteweyî kir
Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bendava Tişrînê û bang li rêxistinên navneteweyî kir ku li dijî karesatên jîngeh û mirovî bi lezgînî bikevin nava liv û tevgerê. -
Li Hesekê û Dirbêsiyê gel li dijî êrîşên qirkirinê daket qadan
Xelkê Hesekê û Dirbêsiyê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Bendava Tişrînê û sûcên wan ên li dijî mirovahiyê protesto kirin û berxwedana QSD û YPJ’ê silav kirin. -
Hevseroka Desteya Teduristiyê: Dewleta Tirk sivîl û ambulansan hedef digire
Hevseroka Desteya Tenduristiyê a Kantona Firatê Ezîze Îbrahîm diyar kir ku dewleta Tirk sivîl û ambulansan hedef digire û got, “Ji ber ambulans hedef tên girtin em nikarin birîndaran rakin nexweşxaneyê.” -
QSD'ê 'êrîşên hovane' yên dewleta Tirk şermezar kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD'ê "êrîşên hovane" yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlên li Bendava Tişrînê şermezar kir. -
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên dagirkeriyê daketin qadan
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete yên li ser Bendava Tişrînê û gelê ku di nobedê ye, li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hêrseke mezin hatin şermezarkirin. -
Çalakvanên li Bendava Tişrînê: Dewleta Tirk wê nekaribe vê berxwedanê bişkîne
Çalakvanên li Bendava Tişrînê gotin, “Dewleta Tirk wê nekaribe vê berxwedanê bişkîne. An em ê li ser axa xwe azad bijîn, an jî heta şehadetê em ê li ber xwe bidin.” -
Berxwedana Tişrînê li Reqayê hate silavkirin
Şêniyên Kantona Reqayê berxwedana li Bendava Tişrînê û QSD silav kirin. -
Dewleta Tirk bi balafiran êriş bir ser gelê li Bendava Tişrînê
Dewleta Tirk a dagirker bi balafiran êrişeke giran bir ser gelê li Bendava Tişrînê. Li gorî agahiyan şehîdek û 10 birîndar hene. -
Balafirên şer derdora Bendava Tişrînê bombebaran dikin
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker derdora Bendava Tişrînê bombebaran dikin. -
'TEV-ÇAND bû parçeyek ji seferberiyê'
Hevseroka TEV-ÇAND’ê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sumeye Mihemed diyar kir ku bi 10 berhemên xwe ew bûne beşek ji seferberiyê. -
Şêniyên kantona Firatê li dijî êrişên dewleta Tirk meşiyan
Bi hezaran kes ji şêniyên Kantona Firatê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser bendava Tişrînê û hedefgirtina konvoya gel, daketin qadan. -
Çalakiya nobedê ya li Tişrînê di roja 9'emîn de ye
Çalakiya nobedê ya li Tişrînê di roja 9'emîn de ye ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) tê meşandin. -
'Berdêl çi dibe bila bibe ji bo parastina herêmên xwe em ê bidin'
Şêniyên Kobanê yên ku duh ber bi bendava Tişrînê ve bi rê ketin diyar kirin ku ji bo parastina bendava Tişrînê û herêmên xwe berdêl çi dibe bila bibe ew amade ne bidin. -
Gaziyên şer berxwedana gel û şervanan a Tişrînê silav kirin
Gaziyên şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berxwedana şervanên QSD-YPJ û gel a li herêma Tişrînê silav kirin û gotin, “Em berxwedana bi rûmet silav dikin. Di refên herî pêş de cihgirtina me ya li rex şervanên azadiyê ji bo me serbilindî ye.”