Ji Yekîtiya Ragihandina Azad li dijî êrîşan bang
Yekîtiya Ragihandina Azad bang li saziyên navneteweyî kir ku li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîl û rojnamevanan bêdeng nemînin.
Yekîtiya Ragihandina Azad bang li saziyên navneteweyî kir ku li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîl û rojnamevanan bêdeng nemînin.
Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) der barê êrîşên bêyî navber ên dewleta Tirk a dagirker li dijî welatiyan, rojnamevan, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybet Bendava Tişrînê de daxuyaniyeke nivîskî da.
Berfirehiya daxuyaniya YRA’yê wiha ye:
"Dewleta Tirk ku di êrîşan xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de xetimî ye, bi kîna xwe ya dijminane êrîşî Bendava Tirşrînê dike. Bendavê bombebaran û topbaran dike. Ev çend roj e bêyî navber û bi awayekî zêde êrîş tên kirin. Ji ber wê jî metirsî li ser bendavê çêbû.
Gelê herêmê bi armanca parastina bendavê berê xwe didin bendavê û li hember van êrîşan ji bedenên xwe mertalên zindî ava kirine. Ji bo berxwedan û vîna gel têk bibe, dewleta Tirk çend caran êrîş dike. Di encamê de hejmarek şehîd û birîndarên sivîl çêbûn.
Tevî şehîd û birîndarên sivîl çêbûn jî, dewleta Tirk êrîşên xwe yên bi balafirên şer û bêmirov didomîne. Îro jî (16-01-2025) saetên ber êvarê bi awayekî dijwar welatî hedef girtin. Di encamê de careke din hejmareke welatiyên sivîl şehîd û birîndar bûn.
Di nava birîndaran de 3 hevalên me yên rojnamevan û xebatkarên çepemeniyê hene. Ji birîndaran nûçegihan Leyla Ebdê, her wiha Rojnamevan Hîvda Hebûn û xebatkarê ragihandinê Dijwar Elîşêr birîndar bûn.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di roja 19’ê Kanûna 2024’an de jî li Bendava Tişrînê rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bilgîn bi êrîşa balafira bêmirov a dewleta Tirk de şehîd bûbûn û ajokarê sivîl ê li gel wan bû, bi giranî birîndar bû. Li aliyê din jî dewleta Tirk rê neda ku cenazeyên şehîd Nazim û Cîhan bigihîje malbatên û li warê wan werin veşartin. Li aliyê din jî malperên nêzî dewleta Tirk gefa hedefgirtina bi balafirên bêmirov li nûçegihana Ronahî Tv Ciwana Cuma xwarin.
Dewleta Tirk û çeteyên wê ku li bendavê derbeyên giran ji şervanan dixwin, xitimîn e. Ji ber wê yekê kîn û hêrsa xwe li dijî sivîl û rojnamevanan derdixin. Bi kirinên xwe hemû yasa û zagonên navdewletî binpê dikin.
Ji ber, li gorî banga Cinêv û hemû yasa û zagonên navdewletî ku Neteweyên Yekbûyî erê kirine, rojnamevan sivîl in û bi tu awayî nabe werin hedefgirtin. Hedefgirtina wan jî sûcê şer e.
Lê saziyên navdewletî, Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropa, saziyên mafên mirovan û bi taybet yên parastina rojnamevanan li beranberî êrîşên dewleta Tirk bê deng in. Ev bêdengiya wan cesaretê dide dewleta Tirik ku êrîşên xwe li dijî sivîlan û bi taybet rojnamevanan zêdetir bike.
Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) êrîşên dewleta Tirk ên li dijî rojnamevan û sivîlan bi tundî şermezar dike. Em ji saziyên navdewletî re dibêjin ku bêdengiya we cesaretê dide dewleta Tirk ku êrîşên xwe zêde û dijwartir bike.
Em bang li NY, saziyên navdewletî dikin ku ji bêdengiya xwe derkevin û ji bo rojnamevan û sivîl neyên qetilkirin pêwîst e dewleta Tirk li dadgehên navdewletî ve were darizandin.
Di dawiyê de jî em soz didin ku em ê tekoşîna xwe ya li ser xeta şehîdên heqîqetê bi hêztir bidomînin."