ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Nûnera Şamê ya Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê: Mafên jinan divê esasê destûra bingehîn be
Nûnera Şamê ya Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê Rend Abdullah: Di her xaleke Destûra Bingehîn de divê wekheviya jin û mêr hebe. Divê mafên siyasî, aborî û civakî yên jinan bêne ewlekirin û parastin. -
Nasnameyên şehîd û birîndarên li Tişrînê diyar bûn
Hate zanîn ku di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser konvoya ku ber bi Tişrînê ve diçû de welatiyên sivîl ên bi navên; Omer Hisên Derwêş, Osman Mustefa Îbrahîm û Basim Omer hatine qetilkirin. -
Ciwanên Qamişloyê tabûra 9’emîn ava kirin
Ciwanên Qamişloyê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagiker berxwedanê mezin dikin, di bin sîwana HPC’ê de tabûra 9'emîn ava kirin. -
Çeteyên dewleta Tirk 2 jin qetil kirin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li çoltera Girê Spî ya dagirkirî jinek ducanî jî di nav de 2 jin qetil kirin û zarokek jî birîndar kirin. -
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk çalakgerên Tişrînê silav kir
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyek nivîskî berxwedana nobedarên li Bendava Tişrînê û QSD’ê silav kir. -
Konvoya gel tevî êrîşên xwe gihand Bendava Tişrînê
Konvoya gel tevî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê xwe gîhand Bendava Tişrînê û nobet didome. -
Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê hedefgirtina sivîlan şermezar kir
Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê êrîşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî welatiyên li Bendava Tişrînê şermezar kir. -
Cenazeyê şehîd Îbrahîm El Necim li Tebqayê hat veşartin
Şêniyên Tebqayê cenazeyê şervanê QSD′ê şehîd Îbrahîm El Necîm veşartin û peyama heta şikandina êrîşên dagirkeriyê wê têkoşînê mezin bikin, dan. -
Xelkê gihîştin bendava Tişrînê hedef hatin girtin: 3 şehîd û 19 birîndar
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê xelkê ku ji bo beşdarî çalakiya nobetê bibin ji kantona Firatê xwe gihandin bendava Tişrînê cara duyemîn kirin hedef. Di êrîşê de 3 kes şehîd bûn û 19 jî birîndar bûn. -
Dewleta Tirk gel bombebaran kir: 1 şehîd, 4 birîndar
Dewleta Tirk a dagirker bombe li gelê ku ji bo tevlî çalakiya nobetê ya Bendava Tişrînê bibin barand, di encamê de 1 kes şehîd bû û 4 jî birîndar bûn. -
Dewleta Tirk êriş bir ser konvoya gel a diçû Tişrînê
Konvoya gel a ku berê xwe li Bendava Tişrînê bû, dema ku bi rê ket bû hedefa bombardûmana dewleta Tirk a dagirker. -
Xelkê Amûdê Beyar El Elî spart axê
Cenazeyê şervanê QSD'ê Beyar El Elî li Amûdê hate veşartin. Di merasîmê de bang hate kirin û hate gotin, "Divê her kes biçe Bendava Tişrînê û li gel hêzên xwe bin." -
Li Zanîngeha Kobanê komxebatê berxwedanê
Li Zanîngeha Kobanê komxebata bi navê, `di nava bêdendiyê de dengvedana berxwedana Kobanê û Rojavayê` hate li dar xistin. -
Cenazeyê şehîd Ehmed Silêman hate veşartin
Cenazeyê şervanê QSD'ê Ehmed Silêman (Rojava) ku li Bendava Tişrînê şehîd bû, li Şehîdgeha Şehîd Delîla Saroxan a bajarê Qamişloyê bi merasîmekê hate veşartin. -
Şêniyên kantona Firatê 5 şehîdên xwe spartin axê
Bi hezaran kes ji şêniyên kantona Firatê bi merasîmekê cangoriyên xwe Birûsk Efrîn, Dilyar, Yilmaz, Qendîl û Hogir spartin axê. -
Ji Meclîsa Gelan şeş pîvanên ji bo Destûra Bingehîn a Sûriyeyê
Meclîsa Gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku ew amade ne bi tecrûbeyên xwe hevkariyê bi hemû aliyên neteweyî yên Sûriyeyê re bikin û şeş pîvan diyar kir. -
Dewleta Tirk bombe li Bendava Tişrînê barand
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombe li Bendava Tişrînê barandin. -
Hêzên HTŞ'ê li Şamê êrîş birin ser Kurdan
Hêzên HTŞ'ê dor li taxa Zorava ya Şamê girtin û êrîş birin ser malên Kurdan. -
'Em ê sala 2025'an bikin sala bilindkirina têkoşînê'
Di 20`emîn salvegera damezrandina Kongra Star de hate gotin ku, "divê asta têkoşîna xwe bigihînin lutkeya serkeftinê û serbikevin." -
QSD: Li gundên Minbicê û Tişrînê 18 çete hatin kuştin
QSD'ê ragihand ku li başûr rojhilatê Minbicê û bakurê Bendava Tişrînê di çalakiyên bersivdanê yên hêzên wan de 18 çete hatin kuştin, 7 wesayitên zirxî, 3 tank û 6 wesayitên leşkerî hatin îmhakirin. -
Konvoyeke din ji Kobanê berê xwe da Tişrînê
Konvoyeke din ji gelê kantona Firatê ji Kobanê ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ket. Gelek ciwan û mirovên temendirêj jî di nava konvoyê de ne. -
Şervanên Tişrînê roj bi roj dîroka berxwedanê dinivîsin
Fermandara YPJ’ê Amara Amed ji pêkanîna pêdiviyên şervanan bigirin heta koordînekirina êrîşan û têkbirîna êrîşan rol dîlîze. Ew û şervanên xwe roj bi roj dîrokeke nû yê şerê berxwedaniyê dinivîsin. -
Gelê Kobanê ji şervanan re kel û pelên zivistanê amade dikin
Şeniyê gundê Telikê yê li rojavayî bajarê Kobanê ye, diyar kirin ku ew ji bo şervanên xwe her di nav liv û tevgerê de ne. -
'Rojava ji bo Sûriyeyê modela herî guncaw e'
Aktîvîsta Elewî Sara Abbas destnîşan kir ku modela Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Sûriyeya nû modela herî guncaw e. -
Mordem Kobanê: Berxwedana Tişrînê çarenûsa gel guherand
Ji fermandarên QSD'ê yên li berxwedana dîrokî ya li Bendava Tişrînê Mordem Kobanê ji şervanên li eniya berxwedanê re got, "Vê berxwedanê çarenûsa gelê me guhert. Ji îro û pê ve em ê serketineke mezin bi dest bixin."