Rêveberiya Xweser ji bo Bendava Tişrînê bang li saziyên navneteweyî kir

Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bendava Tişrînê û bang li rêxistinên navneteweyî kir ku li dijî karesatên jîngeh û mirovî bi lezgînî bikevin nava liv û tevgerê.

Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî encamên hilweşîna Bendava Tişrînê ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker de, bi daxuyaniyekê, hişyarî da. 

Desteyê di daxuyaniyê de diyar kir ku dewleta Tirk a dagiker ev 40 roj e Bendava Tişrînê topbaran û bomebaran dike. Li hember wê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) berxwedaneke destanî nîşan raber dikin. Desteyê destnîşan kir ku her çiqas bang li rêxistinên navneteweyî, Xaça Sor û UNICEF`ê kiriye ku destwerdanê bikin û bendavê ji êrîşan biparêzin, lê dewleta Tirk a dagirker di êrîşên dijî bendavê de dewam dike.

Di daxuyaniya desteyê de hat gotin ku ji bo ku kehrebe qut nebe careke din ew bang li saziyên têkildar dikin ku demildest destwerdanê bikin, serdanên xwe zêde bikin, ji ber ku zirar li binesaziya bendavê yê di bin avê de bûye û divê bên sererastkirin, divê tîmên pispor derbas bibin bendavê keşf bikin û zirarên di encama êrîşan de bûne, bizanin. 

Di dawiyê de desteyê hişyarî da ku eger êrîşên li ser bendavê bidomînin ew ê bi xwe encamên jîngehî û mirovî yên keraset bînin.