Kenê wê ji ber çavên min naçe!

Şehîd Avzem Çiya dema qala israra xwe ya ji bo tevlîbûna li bendava Tişrînê dikir rûyê wê dikeniya. 20 roj di ser şehadeta wê re derbas bûn. Lê hîn jî kenê Avzem ji ber çavên min naçe.

Rojên destêpêkê ya şopandina min a berxwedana bêhempa li Bendava Tişrînê bû. Hejmareke mezin yekîne hatin, wek teqwiye ji berxwedanê re derbasî qadê bûn. Ji lewra derfet çêbûn ku ez berxwedêr û şervanan nas bikim. Yek ji wan şervanên ku min ew nas kir û niha ez ê behsa wê bikim, şervana YPJ’ê şehîd Avzem Çiya ye. 

Ez di tunelên şer ên berxwedanê de li cihê bêhnvedanê rûniştî bûm. Şervaneke YPJ’ê di tunelê de xuya kir. Ew şervana YPJ’ê, şehîd Avzem Çiya bû û ew hat li kêleka min rûnişt. Defterek mezin û pênûsek derxist û danî pêşiya xwe. Ez jî lê temaşe dikim. Demeke kurt li ser derbas bû şehîd Avzem Çiya dest bi nivîsînê kir. Di nav çend kêliyên kurt de rûpelekê mezin tije kir. Êdî min nema karîbû xwe ragirim û min jê re pirsiyar kir ‘’tu çi dinivîsî’’ yekser pirsiyara min bersivand û got ‘’ez bîranînên xwe yên şer dinivîsim. Ji bîranînên xwe yên şer, ji kêmayiyên xwe dersan derdixîn im. Ji lewra hevrêyên min jî dikarin bi vî awayî bîranînên min bixwînin û ji wan dersan werbigrin’’

Her bûyerek û kêliyekê di nav şer û pêvçûnan de, di derbarê xwe de nivîs dinivîsand. Bi vî awayî dixwest xwe bi pêş bixîne. Bi esasî mebesta wê, ezmûn û zanebûnên xwe ji hevrêyên xwe re parve bike. Ji ber wexta ku zanebûn û ezmûnên xwe parve dikir, wê demê zêdetirîn şad dibû. Ji bo vê yekê li çeper û enîyên şer ên berxwedana Tişrînê, şervaneke QSD-YPJ’ê nînbû ku şehîd Avzem Çiya dîtibe ligel pêkva nekenîbe, coş û moral negirtibe, ev nepêkan bû.

Xisûsên ku li Minbic’ê hat jiyankirin, ji xwe re qebûl nekiribû. Ji ber vê yekê xwe beşdarî, berxwedana bêhempa ya Bendava Tişrînê kir.

Di sohbet û nîqaşên xwe yên bi şehîd Avzem Çiya re ez fêr bûm ku ew, di destpêka êrîşên çeteyên dagirker de li eniya pêş a li Minbicê de cîh girtiye. Ji ber hinek rewşên wê demê di gruba vekişînê de cîh girtiye. Pişt re berê xwe didin Tebqa’yê û ew ji xwe re napejirîne ku ji dervayî şer û berxwedanê bimîne. Şervana fedaî a YPJ’ê Avzem Çiya, bi israra xwe ve di dawiyê de xwe digihîne Bendava Tişrînê. Bi beşdarbûna ya ji hêzên berxwedêr yên Tişrînê re wekî ‘’Tol girtina ji hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê’’ pênase dikir.

Şehîd Avzem Çiya, dema ku israra xwe ya ji tevlîbûna Bendava Tişrînê vedigot, di rûyên wê de rûkeniyeke taybet hebû. Mîsoger e, bi rûkeniya xwe ve wate û girîngiya vê berxwedanê rave dikir. Ew rûkeniya wê, bi berxwedanê re yekpare bibû. Ji lewra gava mirov li wê temaşe kiriba, weke ku bi rûkeniya li ser rûyên xwe tevahî pîroziyan bi dest xistibe. 

Rûkeniya şehîd Avzem Çiya, li ber çavên min winda nabin. Rûxmê ku ev nêzî 20 roj in ji ser şehadeta wê derbas bûye, cardin ez wê dibînim. Bi çend gotinan yan jî bi rûkeniya xwe ve dikarîbû dehan kes bi xwe re bide kenîn. Şervaneke fedaî, bi rûken û bi coş bû. Azwerî û kelecana şehîd Avzem Çiya, di çeper, enî û tunelên Bendava Tişrînê de bi cih nedibû. Ev yek êdî rasteqineke bû.