Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên dagirkeriyê daketin qadan

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete yên li ser Bendava Tişrînê û gelê ku di nobedê ye, li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hêrseke mezin hatin şermezarkirin.

Hêrsa li hemberê êriş û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bendava Tişrînê û nobedarên parastina bendavê zêde dibe.

EYN ÎSA

Meclisa bajarê Eyn Îsayê bi beşdariya bi dehan endamên saziyan, meclis û nerên partî û rêxistinên jinan daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê hevserokê Meclisa Eyn Îsa Sebrî Nebo ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de berxwedana QSDˈê ya li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bendava Tişrînê hat silavkirin û êrişên li ser karwanên gel hatin şermezarkirin û wekî sûcek li dijî mirovahiyê hat şîrovekirin.

Hate gotin, gelê Sûriyeyê li hemberî alava şer a dewlet Tirk rêya berxwedan û têkoşînê hilbijartiye. Di daxuyaniyê de ji bo têkbirina dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li taxa Sûriyeyê jî banga mezinkirina berxwedana gel hat kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de dirûşmên silavkirina berxwedana QSDˈê û berxwedana gel a li Tişrînê hatin berzkirin.

TIL KOÇER

Meclisa bajarê Til Koçerê ya kantona Cizîrê jî bi heman armancê daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya avahiya meclisê ji aliyê hevserokê meclisê Newaf El Xedan ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de êrişên li dijî karwanê sivîlan ê diçû Bendava Tişrînê bi tundî hatin şermezarkirin û hate goitn: "Em îradeya gelê xwe silav dikin ku tevî êriş û xetereyan meşa xwe ya ber bi bendavê ve dewam kirin da ku dengê li hemberî êrişan bilind bikin."

Di daxuyaniyê de bang li Hêzên Koalîsyona Navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û tevahî rêxistinên mirovî hat kirin ku ji bo parastina bendavê ji êrişan û rawestandina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi lez bikevin tevgerê.

DÊRIK

Bi sedan şêniyên bajarên Dêrik û gundên herêma Koçerat û Berav jî bi meşekê êrişên li dijî karwanên sivîlan şermezar kir û piştgiriya xwe bi QSDˈê re nîşan da.

Girse ji Qada Azadî dest bi meşê kir. Di meşê de dirûşmên şermezarkirina êrişan û silavkirina berxwedana QSD û ya gel hatin berzkirin. Pankartên bi nivîsên "Em hemû QSDˈê ne" û "QSDˈê rûmeta me ne" jî hatin vekirin.

Girse piştî ku di nava kolanên bajar de meşiya li sûka navendî sekinî. Li vir hevserokê Şaredariya Bajarê Dêrikê Ciwan Hesen axivî. Ciwan di axaftina xwe de piştgiriya xwe bi QSDˈê re anî ziman û komkujiyên dewlet aTirk a dagirker ên li Bendava Tişrînê û bêdengiya hêzên navneteweyî şermezar kir.

Meş bi berzkirina dirûşmên "Berxwedan jiyan e" û "Bijî berxwedana QSDˈê" bi dawî bû.

GIRKÊ LEGÊ

Li bajarê Girkê Legê yê kantona Cizîrê jî bi sedan kesî bi meşekê piştgiriya xwe bi QSDˈê re nîşan dan.

Şêniyan alên QSDˈê hilda bûn û pankartên "Zarokan qetil nekin" û "Bijî QSDˈê" vekiribûn ji pêşiya Çarxerêya Şehîd Xebat dest bi meşê kir. Meş li sûka navendî ya bajar sekinî û mîtîngeke hat lidarxistin. Ji rêveberên PYDˈê Idrîs Ehmed berxwedana gelê herêmê silav kir û bang li civaka navneteweyî kir ku hesab ji dewleta Tirk a dagirker bipirsin.

Idrîs her wiha banga mezinkirina têkoşîna û tevkariyê bi hêzên leşkerî yên parastinê re kir.

Mîtîng bi dirûşman bi dawî bû.